logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Kayûmê Farqînê tabelaya kurdî rakir, tabelaya tirkî çikand!

Pêla înkarkirina kurdî gihîşt navçeya Farqînê ya Amedê û kayûmê wê li şûna tabeleya bi kurdî, tirkî û îngîlîzî tabeleya

  • Dîrok: 08/04/2021
  • Beş: Nûçe

Kadrî Esen  MA / AMED

Pêla înkarkirina kurdî gihîşt navçeya Farqînê ya Amedê û kayûmê wê li şûna tabeleya bi kurdî, tirkî û îngîlîzî tabeleya bi tenê tirkî li ketin û derketina navçeyê çikand. Hevşaredarên Farqînê gotin ku tabeleya hatiye çikandin nenaskirina kurdan û zimanê wan e.

Înkarkirina kurdî ya ji aliyê dewletê ve bi destê kayûmên ku bi fermana Wezareta Karên Hundir tayînî şaredariyên HDP’ê hatine kirin didome. Ev pêla înkarkirina kurdî ya bi destê kayûman piştî Bedlîs, Wan û Mêrdînê gihîşt Amedê jî. Kayûmê Farqînê tabelaya bi kurdî, tirkî û îngilizî ya li têketin û derketina navçeyê rakir û li şûnê tabeleya tenê bi tirkî çikand.

TABELA BI VEŞARÎ RAKIRIN

Di sala 2014’an de dema ku Şaredariya Farqînê di destê DBP’ê de bû, hevşaredarên demê yên navçeyê ji aliyê rêya Amed û Êlihê ve tabeleya bi kurdî, tirkî, îngîlîzî ya ku li ser “Hûn bi Xêr Hatin Farqînê” nivîsandî li têketin û derketina navçeyê çikand. Lê piştî ku di sala 2016’an de kayûm tayînî şaredariyê hat kirin, di nav demê de bi awayekî dizî ev tabele hat rakirin. 

TABELEYA TENÊ BI TIRKÎ!

Qeymeqamê Farqînê Mûrat Ozturk ku di meha çileyê/rêbendanê de wekî kayûm tayînî Şaredariya Farqînê hat kirin, ji bo dîsa tabela bê çikandin dest bi xebatan kir. Lê ligel ku ji bilî karmendên dewletê gelheya navçeyê ji sedî sed kurd e jî kayûm Ozturk di 6’ê nîsanê de li şûna tabeleya hatiye rakirin tabeleya tenê bi tirkî “Silvan’a Hoş Geldiniz” li têketin û derketina navçeyê çikand.

ŞAREDARÎ KIR QAYMEQAMIYÊ RAGIHAND!

Ligel ku karê tabeleyê karê şaredariyê ye jî kayûm Ozturk ev guhertin li ser hesabê medya civakî yê Qeymeqamiya Farqînê bi van gotinan ragihad: “Ji aliyê Amed û Êlihê ve li têketina navçeya me ji aliyê şaredariya me ve “Hûn bi Xêrhatine Farqinê” xebata tabelaye bironî hatiye kirin.”

BERTEKA HEVŞAREDARÊN FARQÎNÊ 

Me ji Hevşaredarên Farqînê Naşîde Toprak û Abas Hîlmî Azîzoglû yên ku kayûm tayînî cihê wan hatiye kirin mesel pirsî. Hevşaredaran wisa got: "Ne îro bi salan e çand, huner û zimanê kurdî tune dihesibînin. Di nav salekê de 3 kayûm hatin ser vîna gelê Farqînê. Kayûmên borî Saziya Jinan a Meyayê, Saziya Ziman a Farqînê, Saziya Çand û Hunerê ya Zemfîlfiroş girtin. Ligel ku Farqîn ji sedî 100 kurd e îro jî kayûmê nû tabeleya ku peyvekî jî kurdî têde tune ye li navçeyê diçikîne. Ev tê wateya nenaskirina kurdan û zimanê wan. Em jî vê tunehesibandinê qebûl nakin û şermezar dikin. Em dibêjin pir zimanî, pir çandî û hebûna zimanê kurdî..."

WÊ AKP DAXUYANÎ BIDE

Me bi rêya telefonê xwe gihand Endama Lijneya Biryar û Birêvebirina Navendî ya Beşa Jinan a Navenda Giştî (MKYK) ya AKP’ê Sûna Kepoglû ku ji Farqînê û mijar jê pirsî. Ligel ku dîmena tabelayê ji aliyê Qeymeqamiya Farqînê ve li ser Twitterê hatibû parvekirin û ecibandibû jî Kepoglû angaşt kir ku haya wê ji mijarê tune ye û derbarê ecibandinê de jî got dibe ku zarokên wê dîmen ecibandibin. Piştî vê yekê got ku wê mijarê bipirse û pişt re li me vegere û telefon girt. Piştî demekê li me vegeriya û got ku mijarê bi Serokê AKP’ê yê Bajêr ê Amedê Şerîf Aydin re axiviye û wê têkildarî mijarê îro Aydin daxuyanî bide çapemeniyê. 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Nazan Oncel ji bo Ceylan Onkulê

ad

Ji tehma devê Mandela pirtûk derket!

ad

Xelata Feqî Huseyîn Sagniç didin Kawa Nemir

ad

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

ad

Real Madrîdî di transferê de rekor şikand

ad

50 hezar kes ji bo Hrant Dink meşiya

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname