Diyarname
Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) rojên borî Kongreya xwe saz kir û biryar girtin.
TZPKurdî vê mehê di navbera rojên 9-10 û 11 de Kongreya xwe ya 3’emîn a Giştî û Kongreya Meclisa Perwerdehiyê pêk anî. TZPKurdî biryarên girîng girtin lê ji ber rewşa heyî û pevçûnan di nav çapemeniyê de zêde cih negirtin.
Vane ew biryarên ku TZPKurdî di kongreyê de girtin û di dema pêşiya me de wê li ser van xebatan bike:
- Ji bo mufredat û bernameyeke tekûz û bi rêk û pêk divê di hemû beşên zanistê de xebat bên meşandin.
- Divê ferhengeke Kurdistanî ku hemû peyvên zaravayan di xwe de bihundirine, piştî lêkolin û lêgerînên hûr û kûr were amadekirin
- Ji bo zimanekî hevgirtî, divê rewşenbîr, nivîskar û kesên zimanzan di berhem û nivîsên xwe de bêyî ku yên din werin jibirkirin, peyvên hevpar bikar bînin; mînak: (sotin) di hemû zaravayan de hevpar e. Heman nêrîn ji bo weşan û çapemeniyê ji derbasdar be.
- Ji bo zimanekî hevgirtî divê akademiyeke ku li ser hemû zaravayan lêkolînan bike, biparêze û bi pêş bixe, were vekirin.
- Di çarçoveya pergala Xweseriya Demokratîk de, li gorî pêdiviyan divê li bajar, navçe û gundan, bingeha vekirina dibistanan bê avakirin.
- TZPKurdî xebatên Artûkliyê wekî xapînoskî dibîne bi awayekî zelal Artûkliyê teşhîr dike û bang li zimanhezan dike da ku tevlî xebatên wan nebin.
- TZP Kurdî dê di hemû xebat û têkiliyên bi saziyên fermî û sivîl re du zimanan bikar bîne
- TZPKurdî dê bi lezginî ji bo pirtûkên hemû beşên zanistiyê xebatê bide destpêkirin.
- Rêveberiya Meclisa Perwerdehiye li ser navê hemû mamosteyên zimanê kurdî dê serî li KCD’ê bide û diyar bike ku mamosteyên me bi her awayî amade ne ku di pergala Xweseriya Demokratîk de perwerdehiya bi zimanê kurdî bidin.
- Dê TZPKurdî li ser zimên û pişaftinê xebateke zanistî bike.
- TZPKurdî ji bo ku mafên xwe yên zimên ên navneteweyî bi dest bixe, dê di her warî de çalakiyên cuda cuda li dar bixe.
- TZPKurdî dê ji bo tekûzkirina perwerdehiya zimanê zikmakî girîngiyê bide gihandina mamosteyan.
- Dê TZPKurdî ji bo Komîsyona Materyalên Perwerdehiyê cihekî navendî diyar bike.
- Ji bo ku zimanê kurdî di her qadê de bibe zimanê jiyanê TZPKurdî dê pêşeng, hişyarker û baldar be.
- Dê TZPKurdî li gor pergala Xweseriya Demokratîk bername, plan û projeyên xwe derbixe.
- Dê Ji bo kirmanckî (dimilî) komxebatek bê lidarxistin ku di hemû aliyan de hevgirtinek pêk bê.
- Divê li ser hemû sazî û tevgerên girêdayiyê KCD’ê kurdî bê ferzkirin. TZPKurdî amadeye ku ji hemû xwestekên hîndekarî û perwerdehiya saziyan re bibe bersiv.
- Dê TZPKurdî hewl bide ku ji bo zarokan fîlm û xêzefîlman amade bike.
- Dê jibo lêkolîna her du zaravayên bakur komîsyoneke zanistî bê amadekirin.“


