Diyarname
Roja 28'ê tîrmehê Şaredariya Silopî bi navê "Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan" pirtûkxaneyeke vekir.
Di merasima vekirina pirtûkxaneyê de Mebûsa HDP'ê ya Şirnexê Nuran İmir, Hevşaredarên Silopî Suleyman Şavluk û Adalet Fidan, hevşaredarên Cizîr û Hezexê yên ku kayûm şandine ser karên wan, rêveberên navçeyên HDP'ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û komek kes amade b^nu.
Hevşaredarê Silopî Suleyman Şavluk di merasimê de axivîn û got ku kayûmên li Sêrtê Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan xira kir loma wan ev nav li vê pirtûkxaneyê kir.
Hevşaredar Adalet Fîdan jî diyar kir ku ciwanan û xwendekaran daxwaz kiriye ku cihek ji bo wan lazim e, wan jî ev pirtûkxane ava kirine.
Ji MA'yê hatiye girtin


