QAMIŞLO
Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê meteryalên perwerdeyê bi sê zimanên sereke; kurdî, erebî û suryanî hatine amadekirin, her pêkhateyek bi zimanê dayika xwe perwerdeyê dibîne. Dibistan 12'yê mehê dest pê dikin.
Li ser vê yekê Ehmed Semîr di ANHA'yê de nûçeyeke berfireh belav kir û bi berpirsên perwerdehiyê yên Rêveberiya Xweser re axivî. Ji wê nûçeyê me hin dane girtin.
Va ne ew dane:
- Desteya Perwerde û Fêrkirinê îsal 19 dibistanên amadehî bi şaxên wê yên pîşeyî (Bazirganî, Sîna, çandinî û tenduristî) vedike. Ev dibistan li herêma Cizîrê ne ku cara yekemîn e tên vekirin.
- Par hejmara xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihîşt 863 hezar û 655'î.
- Hejmara mamosteyan 20 hezar e.
- Xwendekarên ku ji Girê Spî û Serêkaniyê koçber bûne û li kampan in ji bo wan jî dibistan hatin vekirin.
HER POLEK 15 XWENDEKAR
- Ji bo tevdîrên Covid-19 hejmara xwendekarên li polan kêm kirin, pol kirin du beş. Her 15 xwendekar dê di polekê de bin û di her daniştekekê de xwendekarek dê rûne.
- Ger ji ber Covid-19 qedexeyeke giştî çêbibe ewê bikaribin online dersê bidin. Ji bo gaveke bi vî rengî hemû wane hatine tomarkirin, ji refa yekê heta 12`an dikarin bi rêya online bidin.
- Ji qonaxa pêşdibistanan heta refa 12`an perwerdehî bi zimanên kurdî, erebî û suryanî ne, lê hin cihêwaziyên ziman ê girêdayî her pêkhateyekî hene.
GUHARTINA MATERYALAN
- Hin materyal hatin guhartin. Piştî şaşiyên di meteryalan de hatin îsbatkirin, guhartin pêk hat û di encamê de şaşiyên di pirtûkên wêjeyî de çi yên bi zimanê kurdî be yan jî bi zimanê erebî be hatin sererastkirin.
- Pirtûka Zanistên Civakî ya refa dehan a bi zimanê kurdî hema bêje bi temamî hate guhartin.
Pirtûka zimanê kurdî ya refa şeşan jî hate guhartin. Guhartin li gorî proseya perwerdeya zanistî ku xwe dispêre guhartinên hewcedar pêk hat.
- Pirtûka Zanista Jinelojî derbasî refa 11`an bi her du pêkhateyên kurd û ereb dibe, li gorî xwezaya herêmê guhartineke giştî di pirtûkê de çêbûye.
***
Ji bo kanala Youtubê ya Diyarnameyê:
MAIL: diyarname@diyarname.com YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname


