Culemêrg
Navenda Çanda Feqiyê Teyran ku Şaredariya Culemêrgê amade dike, hema hema xebata wê temam dibe.
Di bin banê Midûriyeta Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Culemêrgê de Navenda Çanda Feqiyê Teyran tê amadekirin. Lokala Şaredariyê tê nûkirin, restorekirina wê tê kirin û ev der dê wekî Navenda Çanda Feqiyê Teyran xizmeta gel bike.
Navenda Çanda Feqiyê Teyran rojên pêşiya me bi beşdariya mebûsên Culemêrgê dê bê vekirin. Li navendê odeyên ji bo perwerdehiyê, salonên ji bo pêşangehên wêneyan û dikek lê heye.


