Diyarname
Li 58'emîn Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê fîlmên ku bi ser ketin hatin xelatkirin. Fîlmê derhêner Ferit Karahan ê bi navê "Okul Tiraşi" Xelata Fîlmê Herî Serketî girt. Derhênerê Tayfun Pirselimoglu hem Xelata Fîlmê Serketî ya Festîvalê Porteqala Zêrîn girt, hem jî Xelata Derhênerê Herî Serketî ya FÎLM-YON'ê girt.
Merasima xelatdayîna festîvalê li Salona Sporê ya Antalyayê li dar ket. Di şeva ku Şevval Sam û Yekta Kopan pêşkêşvaniya wê kir de Sam konser jî pêşkêş kir.
FÎLM DIYARÎ BAVÊ XWE KIR
Ferit Karahan bi fîlmê xwe yê nû çîroka zarokên li dibistana leylî tîne pêşberî temaşevanan. Fîlmê ku li Festîvala Fîlman a Berlînê di beşa Panoramayê de hat nîşandayîn, dîsa li hin festîvalên din hat nîşandayîn û xelat girt, niah li Antalyayê bi ser ket. Derhêner Karahan bi fîlmê xwe Xelata Fîlmê Herî Serketî Porteqala Zêrîn girt û xelateke din li xelatên ku fîlmî girtine zêde kir.
Derhêner Karahan dema xelat girt got, "Ez vê xelatê diyarî bavê xwe û hemû kesên ji ber Covid19 mirine yan jî ketine bin bandora wê dikim."
Di festîvalê de Nihal Yalçin Xelata Lîstikvana Herî Serketî, Tarhan Karagoz jî Xelata Lîstikvanê herî Serketî girt. Yalçin dema xelat girt got "Dest ji Peymana Stenbolê bernedin, Peymana Stenbolê diparêze."
Va ne xelatên hatin belavkirin:
FÎLMÊN METRAJDIRÊJ
- Fîlmê Herî Serketî: Okul Tiraşi / Ferit Karahan
- Derhênerê Herî Serketî: Tayfun Pirselimoglu (Kerr)
- Lîstikvana Herî Serketî: Nihal Yalçin (Bi rola di "Zuhal" de)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Tarhan Karagoz (Bi dola di "Kafes" de)
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Nezaket Erden (Bi rola di "İki Şafak Arasinda" de) û Ozay Fect (Bi rola di "Kafes" de).
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Erdem Şenogaz
- Derhînerê/a Dîmenê yê/a Herî Serketî: Billur Turan (Anadolu Leopari)
- Vesazkirina Herî Serketî: Ferit Karahan, Hayedeh Safiyari, Sercan Sezgin (Okul Tiraşi)
- Muzîka Herî Serketî: Nikos Kypourgos ("Kerr)
-Derhênerê/a Dîmenê yê/a Herî Serketî: Ozgur Eken ("Baglilik)
- Xelata Cahike Sonku: Ezgi Baltaş û Feride Çiçekoglu
- Xelata Fîlmê Pêşî ya Behlul Dal: Anadolu Leopari 7 Derhêner Emre Kayiş
- Xelata Taybet a Juriyê ya Dr. Avni Tolunay: "İki Şafak Arasinda" / Derhêner Selman Nacar
- Xelata Fîlmê Serketî ya Siyadê: Bembeya (Derhêner Necip Caghan Ozdemir)
- Xelata Derhênerê Herî Serketî ya FÎLM-YON'ê: Tayfur Pirselimoglu (Kerr)
KURTEFÎLM
- Kurtefîlmê Herî Serketî: Siz Biraz Uzak Durun / Derhêner Leif Refig
- Kurtefîlmê Hêjayî Pesindanê: Rewşen / Derhêner Musab Tekin
- Xelata Juriyê ya Kurtefîlman: İkinci Gece / Derhêner Ali Tansu Turhan
BELGEFÎLM
- Belgefîlmê Herî Serketî: Her Şey Dahil / Derhêner Volkan Uce
- Belgefîlmê Hêjayî Pesindanê: Aci ve Tatli / Derhêner Didem Şahin
- Xelata Juriyê ya Belgefîlman: Bekleyiş / Derhêner Asil Akdag

Derhêner Ferît Karahan bi fîlmê xwe "Okul Tiraşi" xelata Fîlmê Herî Serketî girt.

Lîstikvan Nîhal Yalçin bi rola di "Zuhal" de xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Di dema temaşekirina fîlm de 3 temaşevan ji ser xwe çûn
- Di 7 saetan de hemû bilêt hatin firotin
- Juriyên Pêşbaziya Neteweyî û Navneteweyî yên Porteqala Zêrîn diyar bûn
- Porteqala Zêrîne hîvey fîlman a
*****
Ji bo kanala Youtubê ya Diyarnameyê:
MAIL: diyarname@diyarname.com YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname


