Diyarname
HDP'ê demek berê ji bo rêveberên xwe qursên bi kurdî dabûn dest pê kirin. Di dîroka HDP'ê de gavek nû bû: 400 rêveber, mebûs û xebatkarên HDP'ê beşdarî qursê bûn. Mamosteyên Med-Derê ders dida. Û niha Med-Derê ew sertîfîka da ew rêveberên HDP'ê yên bi ser ketin.
Li gor nûçeya MA'yê merasima dayîna sertîfîkayan li Enqereyê li dar ket. Wekîla Hevserokên Koma HDP'ê Meral Danış Beştaş, mebûsa HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Cîgirê Hevserokên HDP'ê yê ji Polîtîkaya Perwerdehî, Spor, Huner û Ziman berpirs Salim Kaplan beşdar bûn.
Kaplan pêşî axivî û got, "Ji bo partiya ke rojeke pîroz e. Li ser gelê kurd û zarokên wan polîtîkaya asîmîlasyonê tê meşandin. Em wekî partî li hemberî vê asîmîlasyonê têdikoşina xwe didomînin. Ji vî alî ve destpêkirina qursa li nav partiyê girîng e. Nêzî 400 rêveber, mebûs û xebatkarên me beşdarî qursê bûn. Yên ku beşdarî qursê bûn xwedî li zimanê xwe derketin. Her wiha em sipasiya Med-Derê jî dikin."
Kaplan got ku êrîşa pêşî ya li hemberî kurdî li ser qursên ziman bûn lê parêzvanên ziman dest ji têkoşînê bernedan û xebata xwe domandin.
Hevseroka Med-Derê Şîlan Elmas Kan sipasiya HDP'ê kir ku qîmet daye kurdî. Li aliyê din Beştaş jî ji ber keda wan sipasiya Med-Derê kir.
Mebûsa HDP'ê Pero Dundar jî wisa got: "Her hevalê/a me yê/a belge girtiye divê hevalekî/e din hîn bike. Emê heta dawî xwedî li zimanê xwe derên. Dewlet dixwaze ziman û çanda me têk bibe. Ziman hebûna me ye û emê hebûna xwe biparêzin."
Piştî axaftinan yên asta yekemîn temam kiribûn belge girtin.


