Diyarname
Pirtûkek cuda, balkêş li ber destan e: "Jiyan û Jin". Pirtûka bi navê "Jiyan û Jin" û bi jêrnavê "Çîrokên Nûjen ên Jinên Îranî" hatiye amadekirin, ji Weşanên Sîtavê derketiye. Pirtûk berê xwendevan dide çîrokên nivîskarên jin ên îranî û tehmek cuda pêşkêş dike.
Çîrokên di pirtûkê de ji aliyê Razîye Tuccar ve hatine berhevkirin û Çetîn Taş ji farisî wergerandine kurdî.
Bi giştî 36 çîrokên nivîskarên jin hatine berhev kirin û weşandin. "Ez û piçûk", "Zilamê Pir Serfiraz", "Nazaferîn", "Beden", "Piştî Sê Rojan", "Du Çûkên Berfê", "Şikilek û Du Kes", "Aliyê Agir" hin ji çîrokên di pirtûkê de ne.
Berê pêşkêşkirina çîrokê kurteagahî der barê jiyana nivîskar de û pirtûkên wê yên ku heta niha hatine belavkirin hatine dayîn û dûre çîrok hatiye pêşkêş kirin.
Pirtûk pencereyeke nû li xwendevan vedike, hestên jinan bi rêya çîrokê pêşkêş dike ku hêjayî xwendinê ye.
- Jiyan û Jin / Berhevkar Razîye Tuccar / Wergera ji farisî Çetîn Taş / Çîrok / Weşanên Sîtav / 295 rûpel / 2021


