Diyarname
Serê meha pêşiya me li Keçîorena Enqereyê hunermend Mem Ararat dê konsereke pêşkêş bikira lê Şaredariya Keçîorenê ku di destê AKP'ê de ye konsera wî qedexe kir.
Bi organîzasyona Zîz Muzîkê divê Mem Ararat 4'ê meha pêşiya me li Navenda Çanda Neşet Ertaş a li Keçîorena Enqereya Tirkiyeyê konser bida, lê pêşî salon dan, dûre peyman betal kirin û destûr nedan ku konser bê dayîn.
Hunermend Mem Ararat ji ser hesabê xwe yê tora civakî re peyamek belav kir û destûrnedana konserê ragihand. Ararat di peyamê de wisa got, "Vê êvarê rayedarekî ji Şaredariyê li Zîz Muzîkê geriyaye û gotiye, 'Me nedizanî di konserê de dê stranên bi kurdî bêne strîn. Em wekî Şaredariya Keçîorenê em destûrê nadin vê yekê û em bi yek alî peymanê betal dikin.' Ji ber vê yekê ez bi xemgînî radigihînim ku konsera me ya li Enqereyê hat betalkirin. Bêşik ev sûceke nefretê ye. Ji ber ku li hemberî kurdî ev sûcê nefterê kiriye ez Şaredariya Keçîorenê şermezar dikim."
Ararat di peyamê de gotiye ku bêşik ew dê stranên xwe bibêjin û dîsa bi kurdî, hem jî bi yek dengî û bi hemû zaravayan...
Ararat ji hezkiriyên xwe re gotiye ku kesên ji ser Biletîksê re bilêt girtine bila îade bikin.


