Diyarname
Atom Bankê biryar da ku bêyî meaşê xebatkaran jê bibire ji dêvla hefteyê 5 rojan dê hefteyê 4 rojan wan bide xebatê.
Li hin welatên Ewropayê nîqaşa xebata tenê 4 rojan hatibû kirin. Yek ji wan jî Îngilistan bûn. Niha li Îngilistanê yek ji bankeya mezin a dîjîtal Atom Bankê biryareke nû girt û dema xebatê daxist 4 rojan.
Li gor nûçeya "The Times"ê bankeyê ragihandiye ku ewê ji dêvla hefteyê 5 rojan bi temamî 37.5 saet dema xebatê, ewê hefteyê 4 rojan bi temamî 34 saetan xebatkarên xwe bidin xebatê. Patronê bankeyê Mark Mullen wisa gotiye: "Berî Covidê em diçûn kar û dihatin, li ber maseyeke rûdiniştin. Lê Covidê nîşanî me da ku ev yek ne hewce ye. Bi ya min ji duşemê heta înê xebata navbera 9-5'an modeyeke kevn e."
Li Atom Bankê 430 kes dixebitin û bêyî meaşê wan bê kêmkirin ew dê hefteyê 4 rojan bixebitin. Ji duşem an înê rojek din zêdetir dê li betlaneyê bin.
Atom Bank li Îngilistanê yekj i bankeyên pêşî ya dîjîtal e.
Ligel Îngilistanê, li welatên wekî Îzlanda, Spanya, Finlandiya, Almanya ev nîqaş hatibû kirin. Li gor lêkolîneke li Îzlandayê hatiye kirin, di ceribandineke ji bo hefteyê 4 roj xebatê de hatiye dîtin ku asta stres û têkçûna mirov daketiye. Di sala 2019'an de ofîsa Microsoftê ya Japonyayê xebatkar ji bo ceribandinê çar rojan dan xebatê, dîtin ku sedî 40 zêdetir ew fêdeyê ji xebatkaran dibînin.


