Diyarname
Jineke kurd bi navê Dîlan Yeşîlgoz li welat payeyeke bilind bi dest xist û bû Wezîra Edalet û Parastinê ku li welat ev payeyeke gelek muhîm e.
Dîlan Yeşîlgoz ku par di meha gulanê de bûbû Wezîra Aborî û Polîtîkayên Kişwerê, niha peywireke girt ser milên xwe. Li gorî nûçeya RTL Nieuws ku belav kiriye Dîlan Yeşîlgoz li Hollandayê bû Wezîra Edalet û Parastinê.
Dîlan Yeşîlgoz ji malbateke kurd a ji Dêrsimê ye û di sala 1977'an de hatiye li Enqereyê hatiye dinê. Di sala 1984’an malbata wê jî wekî gelek malbatên kurd çûne Hollandayê û îltica kirine. Wê li Hollandayê xwendina xwe temam kiriye.
Yeşîlgoz li Hollandayê ji sala 2014’an ve di nav siyasetê de di gelek astan de cih girtiye. Ji sala 2017’an ve wekî endama "Volkspartij voor Vrijheid en Demokratie-VVD" (Partiya Demokrasî û Azadiyê ya Gel) di meclisa Hollandayê de cî digre. Di 25'ê gulana 2021’ê wekî Wezîra Aborî û Polîtîkayên Kişwerê hat peywirdarkirin. Niha jî bû Wezîra Edalet û Parastinê ya Hollandayê.
Li Hollandayê roja 17'ê adara 2021'ê hilbijartin çêbû. Di hilbijartina ji bo 150 endamên meclisê de VVD bi sedî 21,8 bûbû yekemîn. Lê piştî 10 mehan hê nû hikumet ava dibe. Hikumeta nû 10'ê mehê dê dest bi kar bike. Yeşîlgoz jî di nav vê hikumeta hatiye avakirin de dê peywirê bigire ser milên xwe.


