logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  2. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  3. Li Amedê dem dema şanoyê ye
  4. Hozan Şiyar hat bibîranîn
  5. Di çarçoveya 'Şahiya Zarokan a Fîlman' de fîlm bi erzanî têne nîşandayîn
news-details

Prof. Dr. Adak: Perwerdeya bi kurdî hebû û ne kêmî ya miletên cîran bû

Prof. Dr. Abdurrahman Adak, di gotûbêja bi sernavê “Gelo di serdema klasîk de perwerdeya bi zimanê Kurdî hebû?” de axivî

  • Dîrok: 23/02/2022
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Prof. Dr. Abdurrahman Adak, di gotûbêja bi sernavê “Gelo di serdema klasîk de perwerdeya bi zimanê Kurdî hebû?” de axivî û got: “Di serdema klasîk de, di asta miletên din ên misilman; faris û tirkan de, di nav kurdan de jî perwerdehî hebû û ji wan zêdetir nebe jî ne kêmî wan bû.” Adak da zanîn ku bi jiholêrakirina mîrektiyan re, medreseyên kurdan bê xwedî mane û nekarîne xwe ji bo dewra modern nû bikin û bi paşketina civaka kurd re ew jî paş mane.

Ji bo 21’ê Sibatê/Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, ji hêla Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ve bi sernavê “Gelo di serdema klasîk de perwerdeya bi zimanê Kurdî hebû?” ligel Prof. Dr. Abdurrahman Adak re gotûbêjek hate lidarxistin. Di gotûbêja ku êvara 22’yê mehê li salona Weqfê ya li Beyogluya Stenbolê hate lidarxistin de, Adak pêşî li ser girîngiya roja zimanê zikmakî û çalakiyên di vê çarçoveyê de têne lidarxistin sekinî û got: “Bêyî perwerdehî ne mimkûn e zimanek bibe zimanê zanistê, zimanê hizrê, zimanê hunerê û zimanê şaristaniyê. Îmkan tune ye, ev tişt bi perwerdeyê tê kirin, ji ber vê yekê, her sal jî hêja ye meriv roja zimanê dayikê wekî roja girîngîpêdana perwerdeya bi zimanê kurdî yad bike, heta ku perwerdeya bi zimanê kurdî bê bi destxistin.” 

Prof. Adak, bi bîr xist ku îro li Bakur, bi zimanê kurdî perwerdehî tune ye û ji bo rewşa li Bakur a heyî got: “Her çiqas di van deh salên dawîn de, li zanîngehan û li xwendingehên navîn hatibe damezirandin jî, lê belê ev ne perwerdehiya bi zimanê kurdî ye, perwerdehiya fêrkirina zimanê kurdî ye, lê ne perwerdehiya bi zimanê kurdî ye. Ne ku vê yekê biçûk dixim, perwerdeya niha ji ber di dîroka komarê de cara yekem e gelek muhîm e, lê belê rewş wiha ye.”

‘Bi zimanekî perwerde hebe, ew ziman zimanê miletekî ye’

Piştî beşa têkildarî roja zimanê dayikê Abdurrahman Adak li ser pirsa gelo di tarîxa kurdan de rewşa perwerdeya bi zimanê kurdî çawa bûye sekinî û axaftina xwe wiha domand: “Perwerdeya bi zimanekî raste rast ji aliyê pisporên perwerdeyê ve wekî hêmaneke netewebûnê tê destnîşankirin. Yanî wiha tê hizirkirin, heke bi zimanekî perwerde hebe, nexwe ew ziman zimanê neteweyekê ye, zimanê qewmekî ye.” 

Prof. Adak wekî anektodek behsa axaftineke xwe ya bi mamosteyekî re kir û got: “Min ji mamosteyekî re behsa vê mijarê kir, wî got, ‘meriv nikare tarîxa perwerdeya bi zimanê kurdî binivîse, nayê nivîsîn. Meriv dikare tarîxa perwerdeya bi zimanê erebî, bi zimanê firasî û tirkî binivîse, lê kurdî meriv nikare binivîse, lewra kurd di tarîxê de, ne milletek bûn, ne di kategoriya ereb û fars û tirkan de bûn.’ Wê demê, gotinên wî gelek bandor li min kir, ez fikirîm ku li welatê me, li gelek bajaran medrese hebûn. Ew medrese jî medreseyên tam bi teşekul bûn. Berî her tiştî saziya wê medreseyê heye. Îradeyekê, îradeyeke wekî desthilatê ew sazî ava kirine. Ev pir diyar e. Wexta ku mirov gotina wî mamosteyî û vê rewşê dide berhev mirov dibîne ku tezatek heye. Tişta ku di dawiyê de bibêjim ez ê di serî de bibêjim. Di heman maweya tarîxî de, çawa saziyên medreseyê li bal tirkan hene, li Îranê hene, li bal kurdan jî hene. Heta hin medreseyên kurdan ji yên tirkan (osmaniyan) kevintir in jî. Tu ferq di navbera medreseyên kurdan û yên osmaniyan de tune bûn. Qet nebe ji aliyê sazûmaniyê ve, ji aliyê mîmariyê ve.”

‘Ji bo fêmkirina rewşa îro zanîna tarîxê hewce ye’

Adak di berdewama axaftina xwe ya ku nêzikî saetekî domand de got, “Ji bo analîzkirina rewşa îro jî hewceyî bi zanîna tarîxa perwerdeya bi kurdî heye. Kurd li gor asta xwe ya wê serdema îro çi qas paş ketine, ji bo berawirdkirina vê jî hewceyî bi zanîna dîroka perwerdehiya bi kurdî heye.”

Adak ji bo serdema Osmaniyan, ango sedsalên 15. 16 û 17’an bi nimûneyan behsa rewşa perwerdehiya bi kurdî û medreseyên kurdan kir û got: “Ji ber ew serdem, serdema mînektiyan e, ango desthilatdariyek heye, li gelek deverên Kurdistanê medreseyên hem ji hêla mîmarî ve hem jî ji hêla naveroka dersê ve gelek girîng hene.” Adak da zanîn ku li medreseyan, di hemû waran de bi kurdî perwerdehî hebûye û wekî delîla vê yekê jî hem berhemên ku hingê hatine xwendin, hem jî kesên wekî Melayê Cizîrî û Xanî ku li wan medreseyan rabûne nîşan da.”

Abdurrahman Adak diyar kir ku heta salên 1850’î medreseyên kurdan hebûne û di warên xwe de ne kêmî medreseyên miletên derûdorê bûne û got: “Lê piştî ji holêrakirina mîrektiyan, medreseyên serbixwe bê xweyî mane, ji holê rabûne.” Medreseyên piştî wê serdemê hatine avakirin û heta roja me berdewam dikin, êdî ne wekî yên serdema mîrektiyan serbixwe, bi giştî medreseyên Şêxan bûne û ji hêla terîqetan ve hatine avakirin û her wisa nekarîne xwe li gorî serdema modern nû bikin û tim weki tekrara yên berê mane. 

Foto: Dawud Rêbiwar

 

 

*** 

Ji bo ROJA ZIMAN nûçeyên eleqedar:

- 'Gelo di Serdema Klasîk de Perwerdeya bi Zimanê Kurdî Hebû?' 

- Egîtîm-Sen: Bila astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî bêne rakirin 

- Platforma Kedê ji bo ziman bang kir 

- Bernameya Qamişlo 

- Bernameya Almanyayê 

- Bernameya Stenbolê 

- Çalakiyên ji bo Roja Ziman dest pê kirin 

- Bernameya Mûşê 

- Li Amedê çalakiyên ji bo Roja Ziman
- Çend baro Roja Ziman pîroz dikin 
(Bernameya Batman û Mêrdîne)

  

 

*** 

 
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com            

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 22 04 2026

Hozan Şiyar hat bibîranîn

news
  • 21 04 2026

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Pêşangeha ji wêneyên Orhan Dogan li dar e

ad

Li Wanê mîtînga 'Ne AKP ne Ergenekon' li dar ket

ad

Waliyê Stenbolê jî 8'ê Adarê qedexe kir

ad

Mazlûm Ebdî: Em rewşa nû dişopînin

ad

Joe Biden sond xwar û serdema wî dest pê kir

ad

'Vê hikumetê kurdî qedexe kir'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026
news

Hozan Şiyar hat bibîranîn

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname