logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye
  2. Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da
  3. Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye
  4. Hûmara newî ay "Bajar"î veciya
  5. Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir
news-details

Tûrneya ‘Bûka Lekî’ dest pê kir

Lîstika Şermola Performansê ya bi navê “Bûka Lekî” dest bi tûrnûvaya xwe kir. Lîstik li Batman, Amed û Wanê dê derkeve

  • Dîrok: 04/04/2022
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Lîstika Şermola Performansê ya bi navê “Bûka Lekî” dest bi tûrneya xwe  kir. Lîstik li Batman, Amed û Wanê dê derkeve ser dikê.

Li gor gotina endamên Şermola Performansê fikra vê berhemê ji çîroka Sadiq Hîdayet ya bi navê “Bebika li pişt perdê” hatiye girtin. “Bûka Lekî” ku di sala 2011’an de li Stenbolê dîsa wekî produksîyona Şermola Performansê û bi derhênerîya Mîrza Metîn hatibû sehnekirin, niha bi versiyona nû, bi rejî û sêwirînerîyeke nû û bi lîstikvanên nû vê carê li Batmanê tê pêşkêş kirin û paşê dê here du bajarên din jî. 

Bûka Lekî ku komediya reş e mijara wê bi vî rengî ye: “Zilamekî ku piştî trawmaya leşkerîyê ji jiyana xwe ya rastî dûr diçe û dikeve rêxa mêranîyê û dibe robot… Jineke ku ji ber evîna zilamî ji jiyana xwe ya rastî dûr dikeve û her ku diçe dibe kesayeteke plastîk… Jineke lal ku bîna rêxa mêranîyê hildide lê nikare mudaxale bike... Û bûkeke bêcan, bêrih û lek, ango mankeneke plastîk ku her tişt di derdora wê de diqewimin…”

Sê rêbenên absurd wekî ku di lêva kendalekî de bimeşin di derdora bûka lekî de diçin û tên. “Bûka Lekî”, piştî “Mem û Zîn”ê duyemîn berhema Şermola Performansê ye ku li Batmanê tê amadekirin û pêşkêşkirin.

Lîstik 2’yê mehê li Batmanê cara pêşî hat lîstin û li gor bernameyê 13 û 27’ê vê mehê dê dîsa li Batmanê li Yenisahneyê bê lîstin.

Her wiha di çarçoveya tûrneyê de lîstik roja 7’ê mehê li Amedê li sehneya Şanoya Bajêr a Amedê, rojên 17 û 18’ê mehê jî li sehneya Şanoya Mencel a Wanê derkeve pêşberî temaşevanan. Li hemû cihan lîstik saet 20.30 de dest pê dike.


KUNYE:

BÛKA LEKÎ

Komedîyeke Reş

Nivîskar û derhêner: Mîrza Metîn

Lîstikvan: Pelda Bal, Ronî Dildar, Leyla Devecî

Muzîk: Dodan

Edilandina hereketan: Arjen Brûsk

Sêwirînerê dekor, kostum û ronahîyê: Mîrza Metîn

Asîstan: Kenan Demîr, Robîn Ozel, Zelal Angay

Fotograf, fragman: Veysel Seçen

Sêwirînerê afîşê: Ronî Dildar

Operatorê teknîkê: Kenan Demir

75 dq. 1 perde, bi kurdî


Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast festival3 4 #diyarname #deng

news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Diyarname Podcast shorts#booktok #kovar#nûbihar# #pirtûkênkurdî #diyarname

news

Omer Dilsoz: Ka “şîva miriyên vê fûarê!”

news

Diyarname Shorts sernivîs nûçe #podcast#nûçe#çandhuner

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

Dixwazin zozaneke din a kurdan talan bikin

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Dilşêr Bêwar: Tava li belekiyan bişirî

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 08 2026

Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir

news
  • 06 08 2026

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

news
  • 05 08 2026

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e

news
  • 05 08 2026

Fûara Pirtûkan dest pê kir

news
  • 05 08 2026

Serokê Juriyê Dervîş Zaîm e

news
  • 04 08 2026

Juriya Gûzeka Zêrîn eşkere bû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Vaye kurdiya AKP'ê!

ad

Deqe bi deqe bernamey Festîvaley Dêrsime

ad

W'yê 'Silîva/Farqîn' girtiye dest

ad

Documentarist bi xelatdayînê bi dawî bû

ad

Piştî DAIŞ têk here dê Sûriyeyek çawa çêbe?*

ad

Beytên helbestvanên kurd li erdê neqişandin lê nîqaş jî çêbûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

  • 06 08 2026
news

Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da

  • 07 08 2026
news

Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye

  • 07 08 2026
news

Hûmara newî ay "Bajar"î veciya

  • 07 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname