Diyarname
Li eyaleta Nordrhein Westfalenê (NRW) parlementera kurd Bêrîvan Aymaz bû Cîgera Serokê Parlemena Eyaletê. Ev dibe yekem car kurdek dibe cîgerê serokê parlemenek.
Li eyaletê îsal roja 15’ê gulanê hilbijartin li dar ketibûn û CDU (Partiya Xiristiyanên demokrat) bi sedî 33 dengan bûbû yekem”in. SPD (Pariya Sosyal Demokratan) bûbû duyemîn û Partiya Keskan bûbû sêyemîn. Di vê hilbijartinê de parlementera kurd Bêrîvan Aymaz carek din hatibû hilbijartin.
Bêrîvan Aymaz ji kurdên Çewlgê ye. Ew îsal carek din ji Partiya Keskan ji bo mebûsê hatibû hilbijartin. Niha jî bû Cîgera Serokê Parlemena Eyaleta Nordrhein Westfalenê. Aymazê ji 199 dengên mebûsan 170 deng girtin û hat hilbijartin.
2’yê mehê li parlemenê hilbijartin li dar ket, serok û cîgirên serokên parlemenê hatin hilbijartin. Ji CDU Andre Kuper ji bo serokatiya meclisê hat hilbjartin.
“JI BO MIN RÊMET E"
Aymazê ji ser hesabê xwe yê tora civakî re got, “Ev ji bo min rûmetek mezin e. Ez gelek dilşad im ku ji bo Cîgiriya Serokê Parlemena Nordrhein Westfalenê hatime hilbijartin û ji bawerî bi min anîne sipasiya xwe pêşkêş dikim. Ez dixwazim bi baweriya xwe ya bi demokratî, pirrengî, mafên mirovan û azadiyê bixebitim. em dest pê dikin!”
Hevserokê berê yê Partiya Keskan û mebûs Cem Ozdemîr Aymaz bi almanî pîroz kir, jêre serketin xwest û di dawiya peyama xwe de bi kurdî û tirkî got “pîroz be”
Li Almanyayê eyaleta NRW ji aliyê berfirehî xwe ve çaremîn eyaleta mezin e lê ji aliyê serjimariya xwe yekemîn eyaleta mezin e. Serjimariya eyaletê nêzî 20 mîlyonî ye.
BÊRÎVAN AYMAZ KÎ YE?
Mebûs Bêrîvan Aymaz di sala 1972’yan de li Çewligê hatiye dinê û di sala 1978’an de ligel malbatê bar kiriye ALmanyayê. Li wir mezin bûye û xwendina xwe temam kiriye. Aymaz ku di warê hiqûq û zanista siyasetê de xwendina xwe pêş ve biriye ji 16 saliya xwe ve di nav siyastê de ye. Aymaz di sala 2017 û 2022’yan de bû du caran wekî mebûs tê hilbijartin.


