logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  4. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

3 bajarên mezin 3 fûarên pirtûkan li dar dikevin

Her çiqas weşangerî di nav rewşeke zehmet de be jî ev kar bi awayekî didome, pirtûk çap dibin û niha li 3 bajarên mezin,

  • Dîrok: 14/08/2022
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Her çiqas weşangerî di nav rewşeke zehmet de be jî ev kar bi awayekî didome, pirtûk çap dibin û niha li 3 bajarên mezin, 3 fûarên mezin amadehiya lidarketinê dikin. Rojên lidarketina van 3 fûaran diyar bû. Li gor bernameyê li Amedê, Stenbolê û Îzmîrê, sê fûar ligel hemû zehmetiyan jî dê li dar bikevin.

AMED: FÛARA MEZOPOTAMYAYê

Li Amedê serdema fûara hinek tevlihev e. Demek TUYAP’ê fûar li dar xist, paşê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê fûar lidar xist û weşangerên kurd jê dilgeş bûn, lê piştî kayûman ev xebat jî rawestiya. Niha her du sazî jî ne li holê ne lê vê carê li Amedê bi hevkariya kompaniya ALZ, DTSO (Odeya Sanayî û Bazirganî ya Amedê) û TYB’ê (Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê) fûara pirtûkan li dar dikeve. Fûar bi navê Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê li dar dikeve. Îsal dê fûar rojên navbera 16-22’yê rezbera 2022’yan bi beşdariya gelek weşanxaneyan li dar bikeve. 

Ji bo amadehiyên fûarê 10’ê mehê li DTSO’yê bi beşdariya Endamê Rêveberiya Navendî yê DTSO Faruk Korkmaz, Serokê Komîsyona Fûarê yê DTSO’yê Ali Deniz, endamê komîsyonê Ahmet Akyapi, rêveberên ALZ’yê û weşangerên kurd civîneke hat li dar xistin. Di civînê de li ser amadehiyên fûarê nîqaş hatin kirin û biryar hatin girtin. Di rojên pêş de dê bernameya fûarê bê eşkere kirin. Wieşanxaneyên kurd dê di fûarê de standê vekin.

ÎZMÎR: ÎZKÎTAP

Li Îzmîrê bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê “ÎZFAŞ” û SNS Fûarcilik “ÎZKÎTAP” (Fûara Pirtûkan a Îzmîrê) li dar dikeve. Fûar berê li navenda Îzmîrê li parka mezin dihat li dar xistin û gelek kes bi rehetî diçûn wir. Îsal birine Gazîemîrê ku li Îzmîrê cihek dûr e. Hê ne diyar e dê çend weşanxane beşdar bibin lê lidarketina wê teqez e. Li gor bernameyê fûar wê roja 28’ê kewçêrê dest pê bike û 6’ê sermawezê bi dawî bibe.

Di fûarê de weşanger, saziyên sivîl dê standan vekin. 

STENBOL: TUYAP

Li Stenbolê îsal Fûara Pirtûkan a Stenbolê dê 39’emîn car lidar bikeve. TUYAP vê fûarê lidar dixe û bernameya îsal dê di navbera 3-11’ê berfanbarê de li dar bikeve. Mêvana rûmetê ya fûarê a îsal nivîskar Nazli Eray e. Di fûarê de bi sedan weşanxane û saziyên sivîl standan vedikin. Weşanxaneyên kurdan jî li Stenbolê di fûarê de standan vedikin û îsal jî dê cihê xwe bigirin.

 

 

 

 

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.  

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

news
  • 23 05 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Televîzyonên bi kurdî hatin girtin!

ad

Hewlêr: Em amadene vegerin Bexdayê

ad

Li Îsraîlê hikumetek enû ava bû, kurdekî jî bû Serokê Meclisê

ad

YNK’ê piştgiriya xwe ji bo rêveberiya Kantona Cizîrê eşkere kir

ad

190 mamosteyên kurd belgeyên xwe girtin

ad

Îstatîstîkên ji bo Suleyman Demirel

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname