STOCKHOLM
Klûba PEN’a Swêdê ji bo destpêkirina doza KCK’ê daxuyaniyekê da çapemeniyê. Di daxuyaniya bi îmzeya Seroka PEN’ê Ola Larsmo de hate xwestin ku parêzvanê mafên mirovan Muharem Erbey û weşanger û nivîskar Ragip Zarakolû serbest bêne berdan
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Erbey di encama operasyona di bin navê KCK’ê de li hemberî kurdan tê meşandin de hatiye girtin û ji sala 2009 ve di girtîgehê de ye.
Daxuyaniyê wisa dibêje: “Erbey bi hevkariya ligel terorîzmê tê tawanbarkirin. Der barê van tawanbarkirinan de tu delîl jî tune ne. Sedema girtina Erbey axaftina ku di Parlemena Swêdê de der barê rewşa kurdan de kiriye. Axaftina di parlemenên welatên Ewropayê de jî wekî tawan têne dîtin. Ev yek jî tiştek sosret e û tu têkiliya wê ligel hiqûqa nûjen tune ye.”
Hate diyarkirin ku ji bo şopandina doza KCK’ê ya ku di 6’ê berfanbarê de dîsa dest pê kir, Firat Cewherî û Azar Mahloujian hatine peywirdarkirin.
D
i daxuyaniyê de li ser Zarokolu ku ew jî bi hinceta endamê KCK’ê ye hatiye girtin jî sekinî, PEN’ê girtina wî rexne kir. PEN'ê got ku her çendî PEN’a Navneteweyî, Klûba PEN'a Swêdê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Wekîtiya Weşangerên Navneteweyî daxwaza serbestberdana Zarakolu kirine jî hikumeta tirk tu bersiveke nedaye wan.
**
Nûçeya eleqedar:


