logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Navên mîrgehên di Şerefnamê de şaş hatine wergerandin

Di wergera Şerefnameyê ya kurmancî de navên cih û wargehan şaş hatine wergerandin û tîpguhêzîkirin.

  • Dîrok: 23/12/2011
  • Beş: Serbest

Perwîzê Cîhanî

Hîç guman di wê da nîn e, ku Şerefxanê Bedlîsî, Şerefname bi danisqe (emden/absichtlich)  û ji bo nasandina kurd û Kurdistanê nivîsiye.  Gava ku mirov Şerefnamê dixwîne, mirov dibîne ku Şerefxan nexşeya Kurdistanê dikişîne û arezûya Kurdistaneke serbixwe di deryaya dilê wî da pêl vedide. Ew bi nivîsîna Şerefnamê  erdnigariya Kurdistanê dike û nîşan dide ku welatê kurdan di destên kurdan bi xwe da ye û kurd in ku li welatê xwe da fermanrewayiyê dikin.

Ez naxwazim li ser Şerefnamê û naveroka wê û peyama Şerefxanî  binivîsim. Tişta ku ez han dam, ku van çend rêzikan rêz bikim, wergera Şerefnamê ya kurmancî ya wergêrê hêja Zîya Avcî ye. Her çend ku ev pirtûk pêş da hatiye weşandinê, lê ez vê wergerê taze dibînim. Gava ku mirov wê wergerê dinêre, bêyî li ber çavgirtina şaşiyên tewang û ergatîvê, û şaşîtiyên di wergera helbestan da, mirov dibîne ku wergêr di karê xwe de ta radeyekê serketî ye, lê li gelek ciyan da dema ku mirov wê û farsiya wê dide ber hev, mirov rastî şaşiyên zeq tê. Lê mijara ku mirovî diêşîne, navên pişkek ji mîrgehan e, ku bi şaşî hatine nivîsîn û tîpguhêzkirinê.

Şerefxanî xwe êşandîye, şevnixûnî kişandiye, da ku navê cih û war û wargeh û mîrgehên kurdan bi dirustî di dilê dîrokê de bineqişîne, û nehêle destê rojgarê û bihorîna sal û deman navê wan warge û mîrgehên kurdan ji holê rake. Lê mixabin hêja Zîya Avcî navê kirtek ji wan ciyan bi şaşî tîpguhêz kiriye.

Helbet negotî nemîne, pişkek ji van şaşiyan mirov dikare bide pal rênivîsa zimanê farsî, lê pişka dî jî xemsariya wergêrî bi xwe ye. Wergêr di dema wergeranê da pirs bi kesên ku şarezayî navçeyên cur bi cur ên Kurdistanê ne, nekiriye. Pirs bi farsîzanan nekiriye. Wate lêkolîn nekiriye û tenê tîpguhêzî kiriye û ew jî bûye hegera van şaşiyan.

Hindek ji van şaşiyan li wergera Mamosta Hejarî de jî li ber çavan dikevin, lê ew hindî şaşiyên ya kurmancî nîn in.

Ez dê li vir tenê şaşiyên navê wan war û mîrgehên rojhilatê ku ez bi xwe di wan de geriyame û wan cih û waran baş nas dikim, destnîşan bikim û rastvekirina navê cih û war û mîrgehên dî bi hêviya kesên şareza li navçeyên dî yên Kurdistanê ve bihêlim.

Hêja Zîya Avcî navê van cih û warên ku di Şerefnamê da hatine, bi şaşî tîpguhêz kirine. Avacîq, Sokmenabad, dol, Tergever, Aşot, Şerûr, Mukrî.
Avacîq bûye Ûçoq,
Sokmenabad bûye Sekmenabad,
Dol bûye Dewl,
Tergever bûye Terkor,
Aşot bûye Aşût/Aşît
Şerûr bûye Şirûr
Mukrî bûye Mekrî
Her wisa navên Zengene, Sîyabaz, Çignî û Kilîsê bi şaşî hatine tîpguhêzkirinê.
Min pêş de farsîya Şerefnamê xwendiye. Li ber wê hindê hewce nedikir ku ez wergera wê ya kurmancî jî bixwînim. Lê min tenê awirek da serhêl û pêrista pirtûkê û ez rastî van şaşiyan hatim. Bêguman eger mirov wê pirtûkê hemûyê bixwîne, mirov dê rastî gelek şaşiyên dî jî bên. Hindek şaşiyên dî jî ku mirov nikare çavên xwe jê bimiçîne, li pêristê da hene. Ew jî şaşiyên rêzimanî ne. Hegera van şaşîyan jî ew e, ku hêja Zîya Avcî li ser navên mîrgeh û eşîretan lêkolîn nekiriye û gelek caran navên mîrgehan wekî navên eşîran û navên eşîran jî wek navê mîrgehan rêz kirîye. Nimûne:
Di derheqê Begên Zerzayê de-
Di derheqê Begên Kelhurê de-
Di derheqê Begên Sîyamensûrê de…

Ev her sê nav wekî navên cîyan hatine rêzkirinê.
Ev her sê nav ne navên mîrgehan in, lê navê eşîran in. Navên eşîran di vê rewşê da natewin. Eger em bêjin: begên Zerzayê, wate ciyek heye ku navê wê Zerza ye. Lê Zerza ne navê ciyan, belkî navê eşîretekê ye. Kelhur jî her wisan. Rastîya wan hevokan wiha ye:
Begên Zerza, Begên Kelhur, Begên Sîyamensûr…

Ez hêvîdar im, ku li çapên bên da ev şaşîtî bên serrastkirin û ew helbestên ku bi şaşî hatine wergerandinê ser ji nû bêne serrast kirin. Li kutayê da ji hêja Avcî re jî ji dil serketin û temendirêjiyê daxwaz dikim.

perwiz3@hotmail.com

***

Nivîsên Perwîzê Cîhanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Em peyvên ku di ferhengên kurdî de nîn in diweşînin
- Çend gotinên min li ser peyvên şanoyê


 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Delala ereban hate kuştin

ad

Diyarbakirspor di play-offê de ye

ad

Serokwezîrê Iraqê diçe Kerkûkê

ad

Meseleya nexweşên li girtîgehan

ad

Şaredariya Amedê li ser termolojiya hevpar a kurdî biryar stand

ad

Li dadgehê gotinên rojnamegerên kurd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname