Diyarname
Neteweyên Yekbûyî di sala 1999'an de roja 25'ê sermawezê wekî "Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Li Ser Jinan a Navneteweyî" qebûl kir.
Li Komara Domînîk sê xwişkên bi paşnava xwe Mirabal (Patria, Minerva û Marin0a Teresa) ji bo mafên jinan li hemberî dîktator Rafael Trujillo derketibûn. Dîktator Trujillo ji bo van jinan gotibû, "Li welat du talûke hene: Dêr û Xwişkên Mirabal."
Roja 25'ê sermaweza 1960'î li Komara Domînîk ev her sê jin û ligel ajokarê erebeya wan Rufino de la Cruz hatin kuştin. Neteweyên Yekbûyî ev bûyer wekî destpêka vê rojê qebûl kir. Ji sala 1999'an de li gelek welatên dinyayê ev roj wekî "Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Li Ser Jinan a Navneteweyî" tê bibîranîn.
Jinên kurd ku niha li her derê, li gelek welatan têkoşînê didin, ew jî vê rojê her bibîr tînin û çalakiyan li dar dixin. Em wekî malper ku dijî her cure şîdetê ne, ligel jinan in.
Ji bo li hemberî jinan li tu derê şîdet pêk neyê, di vê rojê de em ligel wan in.
.jpg)


