Diyarname
Piştî lîstina maçên sêyemîn ên Komên Kûpaya Cîhanê 2022 Qatarê, tîmên derbasî Dora 16’an bûn û dîrokên lîstina maçên wan diyar bûn.
Di komên A, B, C, D, E, F, G û H de 32 tîm hebûn. Tîmên di komên xwe de bûn yekemîn û duyemîn derbasî Dora 16’an bûn.
Bi rêzê wekî yekemîn û duyemîn, di Koma A de Hollanda û Senegal, di Koma B de Îngilibtan û DYA, di Koma C de Arjanjîn û Polonya, di Koma D de Fransa û Avûstralya, di Koma E de Japonya û Spanya, di Koma F de Fas û Hirvatistan, di Koma G de Brezîlya û Swîsre derbasî Dora 16’an bûn.
Ekvador, Qatar, Îran, Galler, Meksîka, Erebistana Siûdî, Tûnûs, Danîmarka, Almanya, Kosta Rîka, Belçîka, Kanada, Kamerûn, Sirbistan, Ûrûgûay û Gana ji tûrnûvayê xatir xwestin û vegeriyan malên xwe.
Di Dora 16’an de bername bi vî rengî çêbû:
03.12.2022,
Saet: 18.00: Hollanda - DYA
Saet: 22.00: Arjantîn - Avûstralya
04.12.2022,
Saet: 18.00: Fransa - Polonya
Saet: 22.00: Îngilistan - Senegal
05.12.2022,
Saet: 18.00: Japonya - Hirvatistan
Saet: 22.00: Brezîlya - Koreya Başûr
06.12.2022,
Saet: 18.00: Fas - Spanya
Saet: 22.00: Portekîz - Swîsre
***
Nûçeyên Kûpaya Cîhanê:


