Diyarname
Vê hefteyê 6 fîlm li vîzyonê ne ji van tenê yek ji derveyî Tirkiyeyê hatiye. Her wiha yek ji van jî anîmasyon e. Di nav fîlman e de em “Elif Ana” û “Kurak Gunler” derdixin pêş.
“Elif Ana”
“Elif Ana” fîlmê derhêner Semir Arslanyürek û Kazim Oz e.
Elif Ana hindik maye kor bibe. Ji bo çavê xwe yê dawî rizgar bike ji bo dermankirinê ji Mereşê tê Enqereyê. Di vê demê de gelek bîranînên wê tên bîrê û ji hatina leşkerên Osmanî ji bo gundê wan heta diyaloga ligel Murtaza Çavuş, şerê rizgariyê, zewac, salên gavanî û windakirina çavê xwe. Ew dê êdî bi çavên dil li vê dinyayê binêre.
Di fîlm de Aliye Uzunatagan, Ali Surmeli, Sermiyan Midyat, Orhan Aydin, Hulya Diken û Cezmi Baskin dilîzin.
“Kurak Gunler”
Tayîna dozgerê nû Emre ji bo navçeya Yaniklar derketiye. Şaredarê Yaniklar Selîm û gel bi hurmet pêşwazî li wî dikin. Lê dema li dadgehê bikaranîna ava binerd tê qedexekirin li navçeyê pirsgirêk derdikevin. Li aliyê din Selim Beg ji bo vê ava bin erd bigihîne navçeyê dike projeya xwe bîne cih. Lê di serî de xwediyê rojnameya herêmî Murat û muxalefet dijî vê projeyê ne. Ev çîroka fîlmê derhêner Emin Alper “Kurak Gunler” e. Fîlmê Alper îsal pêşî li Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê hat nîşandayîn û xelata Derhênerê Herî Serketî jî di nav de 9 xelat girtin. Di fîlm de Selahattin Paşali, Ekin Koç, Erol Babaoglu, Erdem Şenocak û Selin Yeninci dilîzin.
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
- Hosts / Derhêner Richard Oakes, Adam Leader
- Her şey dahil / Derhêner Hakan Eser
- Elif Ana / Derhêner Semir Aslanyurek, Kazim Oz
- Kurak Gunler / Emin Alpar
- Sil Baştan Kaynanam / Derhêner Raşit Çeliker
- Nasreddin Hoca Zaman Yolcusu / Derhêner Nurullah Yenihan / Anîmasyon


