Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê îsal dê 2'yemîn car li dar biketa lê festîval hate betalkirin. Li gor amadekarên festîvalê ji ber rewşa Kobanî festîval ji bo demeke din hatiye bipaş xistin.
Li Amedê festîvala belgefîlman çar caran hate li dar xistin. Par ew guhartin û navê Festîvala Fîlman a Navneteweyî lê hate kirin. Îsal dê 27'ê vê mehê de ev festîval li dar biketa û 2'yê sermawezê bi dawî biba. Komîteya amadekar a festîvalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku di dema ku li Kobanî rewş wisa ye de nabe em festîvalê li dar bixin.
Amadekaran bang li her kesî kir ku xwedî li Kobanî derê û gotin ku di demeke pêş de ew dê festîvalê li dar bixin.


