KOLN
Komîsyona Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) di bin navê ‘Di netewebûn û dahatûya gelan de rola medyayê’ konferansekê li dar dixe. Konferans bi beşdariya nûnerên Çapemeniya Kurd ên ji her aliyên Kurdistanê li Kolna Almanyayê dest pê kir.
Di Konferansa Çapameniya Kurd de bi dehan rojnameger beşdar bûn. Axaftina destpêka konferansê ji aliyê endamê KNK’ê Mîrhem Yîgît ve hate kirin. Yîgît bal kişand ser rola Celadet Berdixan a û got; “Ji Amedê heta Hewlêrê, ji Mehabadê heta Qamişloyê em hestek hevpar a çapemeniya kurdî çê bikin.”
PIRSGIRÊKA ZIMAN Û QALIB
Parlementerê BDP’ê yê Culemêrgê û rojnameger Adil Kurt jî axivî. Kurt bal kişand ser zextên li ser çapemeniya kurd a li bakurê Kurdistanê û diyar kir ku zêdetirî 60 rojnamegerên kurd girtî ne. Kurt got ku çapemeniya kurdî piranî giraniyê dide ser wergerê û bal kişand ser pirsgirêkên ziman û qalibên ziman.
ROLA HERÊMA KURDISTANÊ
Kurt li ser rola Herêma Kurdistanê ya di vî warî de sekinî û diyar kir ku di vî warî de rolek girîng dikeve ser milê Herêma Kurdistanê; ji ber ku derfetên baş û bi kêr di destê wan de hene.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho jî got; “Pirsgirêka me ya neteweyî û disiplînê heye” û got ku divê çapemeniya kurdan aliyê neteweyî esas bigire.
Konferans, bi desteka Saziyên wekî Enstîtuya Kurdî ya Burkselê, Enstîtuya Kurdî ya Kolnê, Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Almanya, Konfederasyona Komeleyên Êzdiyan li Ewropa tê lidarxistin. Moderatoriya rûniştinên Konferansê, ji aliyê Memo Şahîn, Harem Kamal Xoşîd, Kakşar Oramar, Xeyrî Bozanî, Salah Xidir ve tê kirin.
Rojnamegerên axaftinên li ser mijarên di çarçoveya di netewbûna gelê kurd de rola medya bikin; Amed Dicle, Faysal Dagli, Samî Erguşî, Guney Aslan, Xelîl Xudhur Maşko al Haraqi, Mizgîn Bîngol, Dilêr Akreyî, Medenî Ferho, Heso Hurmî, Qamer, Huseyin Elmali, Mahmud Onder, Azîz Ogur û nûnerên rojnameyên Rûdaw, Yenî Ozgur Polîtîka, Le Mond Dîplomatîk Kurdî, cih digirin
***
Nûçeya eleqedar:
- Bernameya Konferansa Çapemeniya Kurd a KNK'ê diyar bû


