logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  4. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

KCD: Kurd êdî bêstatûbûnê red dikin

KCD'ê di 6'emîn Komcivîna xwe ya Neteweyî de bal kişandi ser statuya kurdan û got ku kurd êdî bêstatûbûnê red dikin.

  • Dîrok: 30/01/2012
  • Beş: Nûçe

AMED
KCD'ê di 6'emîn Komcivîna xwe ya Neteweyî de bal kişandi ser statuya kurdan û got ku kurd êdî bêstatûbûnê red dikin.

Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) 6'emîn Komcivîna xwe ya asayi bi beşdariya 800 delegeyî pêk anî. KCD'e piştî komcivînê encamnameya civînê bi civîna çapeeniyê aşkere kir. Li ser KCD'ê Hevseroka Giştî ya KCD'ê Aysel Tûglûk encama komcivînê xwend.

Tûglûk got ku li welatên Rojhilata Navîn li dijî rejima desthilatdar têkoşînek daye destpêkirin û li Tirkiyeyê jî gel li dijî polîtîkayên AKP'ê bertekên xwe zêde dikin. Tûglûk, anî ziman ku 10 salên desthilatdariyê beramberî 80 salên komarê ne û wiha got: "Hikumeta AKP'ê bang li hikumeta Mubarek, hikumeta Qedafî û hikumeta Esad kir ku guh bide dengê gel. Lê Erdogan bi polîtîkayên tepisandin, binçavkirin, girtin û komkujiyan li dijî daxwazên gelê kurd tevgeriya. Hikumeta AKP'ê li dijî daxwazên gelê kurd ji Mubarek, Qedafî û Esad cudatir tu polîtîka nemeşand. Heman polîtîkayên şîdet û zextan li dijî gelê kurd meşandin. Heya niha zêdehî 6 hezar siyasetmedarên kurd ên siyaseta legal kirin hatin girtin. 140 şaredar, endamên meclisa şardariyê û giştî hatin girtin. Parêzer hatin girtin. Xwendekar, rojnameger, rewşenbîr û bi kurtasî hemû derdorên muxalîf hatin girtin û rastî gefên girtinê tên. Ev pêkanîn nîşan dide ku hikumeta AKP'ê şûna wesayeta leşkerî wesayeta xwe ya siyasî ava kir. Hikumeta AKP'ê bi komkujiya Roboskî helwesta xwe ya komkujî nîşan da. Em bi dengekî bilind dixwazin bêjin ku çawa Çiller encam negirt hûn jî encamê nagirin. Em dixwazin hikumet û raya giştî ya demokratîk vê yekê bizane. Hemû delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk raman û çalakiyên siyasetmedarên kurd ên hatin girtin û niha tên darizandin dipejirîne û tevlî wan dibe. Em heman ramanan pêktînin û dê di heman rê de berdevam bikin."

'EM QET LI HEMBERÎ ZILMÊ SERÎ NATEWÎNIN'

Tûglûk, bilêv kir ku hikumeta AKP'ê bi pêkanînên dewleta polîs dixwaze hilbijêrên kurd û gel ji hev qut bike û tevgera gelê kurd parçe bike û wiha berdewam kir: "Em qet li hemberî zilm û zordariyê serî natewînin. Bila her kes baş zanibe ku gelê kurd êdî ders ji dîrokê derxistiye û tu carî li hemberî van polîtîkayan têk naçe. Çawa ku ev polîtîka di salên 90'î de bi ser neketin dê ji niha û şûnde jî bi ser nekevin. Li hemberî van polîtîkayên înkar û îmhayê gelê kurd dê di ber xwe bide û têkoşîna berxwedanê pêş bixe. "

'ŞÊX SEÎD, SEYÎD RIZA, OCALAN'

Tûglûk, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd pir girîng e û wiha berdewam kir: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin niha dixwazin bikin zagonî. Bila her kes baş zanibe ku gelê kurd û nûnerên gelê kurd tu carî pişta xwe nade nirxên xwe û îxanetê bi nirxên xwe re nake. Ji bo gelê kurd Şêx Seîd, Seyîd Riza, Mele Mistefa, Qazî Mihemmed çi be Birêz Ocalan jî ew e. Kesên difikirin ku dê tecrîd bi ser bikeve xwe dixapînin. Bila her kes baş zanibe ku 12 sal in li Îmralî tecrîd bi ser neket ji niha û şûnde jî bi ser nakeve. Birêz Ocalan dixwaze pirsgireka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe. Polîtîkayên tecrîd û asîmîlasyonê çareseriyê dixetimînin. Ji ber vê yekê em dixwazin dîsa pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan çareser bibe. Divê muzakere ji nû ve dest pê bikin. Ji bo aştî û demokrasî bi ser bikeve divê Ocalan û gelê kurd karibe serbest û azad siyasetê bike. "

'KURD POLÎTÎKAYÊN BÊZIMANÎ, NASNAMEYI Û BÊ STATUYÊ RED DIKE

Tûglûk, da zanîn ku êdî gelê kurd jî dixwaze wekî hemû neteweyên cîhanê xwedî nasname, ziman, çand, dîrok û statu bijî û êdî bê statu û bê nasnametiyê red dike. Tûglûk, bilêv kir ku êdî ev Zagona Bingehîn a  12'yê Rezberê pirsgirekan çareser nake û xwest di Zagona Bingehîn a nû de hemû mafên gelê kurd ê nnasname, ziman, çand, statu û neteweyî bê parastin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Daxwaza me di nava wekhevî, aştî û yekîtiyê de Tirkiyeyek demokratîk e. Xweseriya Kurdistan e. Em Xweseriyê ji bo hemû Tirkiyeyê pêşniyar dikin. Êdî divê hemû gelê kurd, nivîskar, rewşenbir, karsaz, karmend, karker, cotkar, mamoste, jin, ciwan, zarok û hemû beşên gelê kurd divê li dijî van polîtîkayên înkarê rabin ser piyan û tekoşîna berxwedanê pêş bixin. Roj roja berxwedanê ye."

***

Nûçeya eleqedar:

- Ahmet Turk: Êdî bi têkiliya kole-efendî çênabe
 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

news
  • 01 06 2026

Li Çingûşa Amedê ji bo bendav xira nebe av berdan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pêdivî înan pê bîbî, înan kûpa berde keye

ad

Dest guherî: Êdî welatê herî qelebalix ê dinyayê ne Çîn e

ad

Di 10 salên dawî de 10 fîlmên Oscargir

ad

Lîstikvanên navdar bi vîrusê ketin, maç hat betalkirin

ad

Li Til Temirê Dibistana Zimanê Kurdî hate vekirin

ad

FCE dê Ewropayek din nîqaş bike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname