logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Bavê Mîr Perwer: Kurê min tenê stran digotin û zirara wî negihaye tu kesî

  • Dîrok: 24/12/2022
  • Beş: Nûçe

Berîvan Kûtlû / Mûş / MA

Salih Aydin, bavê Mîr Perwerê ku di êriqîşa li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya yê de canê xwe ji dest da, got: "Kurê min tenê stran digotin û zirara wî negihaye tu kesî. Ew hozanê gelê xwe bû. Bila heyfa wî li erdê nemîne." 

Di êrîşa li paytexta Fransayê Parîsê de ku li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kayayê çêbûbû, 3 kes hatibûn qetilkirin. Ji kesên hatin qetilkirin yek jê jî ji Tevgera Kurd Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) bû. Li mala Perwer a li Mûşê şîn hat danîn.

Mîr Perwer ku di nava xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cih girtiye, di sala 2016'an de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin. Piştî 2 salan hatiye berdan. Di sala 2019'an de 20 sal cezayê lê hatiye birîn û ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye pesendkirin. Piştî vê Mîr Perwer ji bêgavî berê xwe daye derveyî welêt. Mîr Perwer li Ewropayê jî daxilî nava xebatên çandê bûye. Li gorî agahiyên ku malbatê ragihandine, Perwer hewl daye hevjîna xwe û zarokên xwe jî bibe cem xwe.

Li mala malbata Perwer şîn hat danîn. Malbatê xwest kujerên Perwer bên dîtin û bên cezakirin. 

‘KURÊ MIN HOZANÊ GEL BÛ’

Bav Salih Aydin da zanîn ku ji ber ku 20 sal ceza li kurê wî hatiye birîn kurê wî mecbûr maye biçe derveyî welêt û wiha got: "Divê ji kesên tiliya wan di vê bûyerê de hene hesab bê pirsîn. Kurê min mir, lê divê dawa wî li erdê nemîne. Divê heqê wî li erdê nemîne. Kurê min tenê stran digotin û zirara wî negihaye tu kesî. Ew hozanê gelê xwe bû

‘KURÊ MIN JI BÊGAVÎ REVIYA'

Bav Aydin diyar kir ku ji ber meşeke di sala 2016'an de der barê kurê wî de doz hatiye vekirin û ev tişt gotin: "Ji ber ku tevlî vê meşê bû, doz lê vekirin. Li Tirkiyeyê her roj meş û çalakî çêdibin, lê 20 sal li kurê min birîn û ji ber vê ji bêgavî çû derket derveyî welêt. Kurê min ji ber zextan reviya, lê li wir jî ev komplo anîn serê wî. Heya niha zirara kurê min negihaye tu kesî jî. Îro ro her kes ji bo kurê min rabûye ser pêyan." 

‘BILA HEYFA WÎ LI ERDÊ NEMÎNE'

Bav Aydin bibîr xist ku 3 salên kurê wî li Parîsê qediya bûn û got: "Gava li Ewropayê bû, tim digot 'xwezî li welatê xwe bûma.' Herî dawî got, 'Xwezî cezayê min 5 sal bûna, ez ê bihatama, lê 20 sal umrk e, nikarim bêm.' Ji ber ku li Ewropayê bû tim nerihet bû û pir bêriya welatê xwe dikir. Ji min re digot, 'ez nikarim bêm, qet nebe tu were.' Min karê xwe qedandibû, ez ê sibê dusibe biçûma Ewropayê, cem wî. Lê duh telefonek ji min re hat, dinya li ser serê min xera bû. Berî ez biçim cem kruê xwe, cenazeyê wî ji min re hat. Bila heyfa kurê min li erdê nemîne." 

Aydin destnîşan kir ku kurê wî tu sûceke ku mirovan têxe ber fediyê nekiriye û got: "Lê rabûn ev qas ceza lê birîn û kurê min mecbûr ma bireve. Kurê min pir hez ji welatê xwe û malbata xwe dikir. Tim digot ku bêriya vir dike. Ji bo hesreta xwe ya ji bo dêya xwe stranek çêkiribû. Di stranê de digot, 'Dayê ditirsim berî te bibînim bimirim.' Kurê min malbata xwe nedît û mir. Tiliya kê di xwîna kurê min de hebe, bila hesab bê pirsîn." 

 

***


Nûçeyên Eleqedar:

- NÇM: Li ser çanda kurdan êrîşên sîstematîk didomin 

- Mîr Perwer helbesta Cegerxwîn jî xwendibû 

- Li Parîsê êrîşê kurdan kirin: 3 kes mirin  

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

412 rêxistinên sivîl: Bila Konferansa Neteweya Kurdistanê kom bibe

ad

Bi hezaran tûtan kêf kerd

ad

Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e

ad

25 hunermendî ji bo Wanê stran gotin

ad

Sohbetek ligel helbestvan Îlhan Samî Çomakî

ad

Dema Ba Diweze

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname