Diyarname
Federasyona Fûtbolê ya Îtalyayê (FFÎ) di çarçoveya karên ne li rê yên madî de cezayê jêbirina 15 pûanan li Juventusê birî û pûanên wê jê birin.
Ji ber bê ku heq bike pere qezenc kirine û di transfera lîstikvanên fûtbolê de nirxên transferê kêmtir nîşan daye, ji ber van jî ketiye nava karên ne li rê ceza li Juventusê hat birîn.
Federasyonê 15 pûanên Juventusê jê birin. Juvendusa ku hefteya çûyî, yanê di hefteya 18’an de bi 37 pûanan di rêza sêyemîn de bû, piştî jêbirina 15 pûanan bi 22 pûanan daket rêza 11’emîn. Juventus herî dawî di serdema 2019-2020 de bû şampiyon. Bi jêbirina van pûanan îsal siûda Juventusê ku bibe şampiyon nema.
Ligel vê hin rêveberên Juventusê yên berê jî hatin cezakirin, lê cezayê wan ji mafê bêparmayîna karê li nav sporê ye.
Her wiha hin tîmên din jî dihatin sûcdarkirin lê wan tu ceza nexwar.
Li Serie A ya Îtalyayê niha maçên hefteya 19’emîn têne lîstin. Juventus sibê saet 22.45’an de Atalantayê dike mêvan. Lîderê lîgê Napolî ye û bi maça ku îro bi ser ket re pûnên xwe derxistin 50’î.


