Diyarname
Serokê Rûsyayê ragihand ku peymana Rusyayê ya ligel DYA'yê ya çekên nukleer radiwestîne, lê xwe ji peymanê venakişe.
Peymana Kêmkirina Çekên Stratejîk (START-3, START) roja 8’ê avrêla 2010’an li Pragê hat îmzekirin. Wê çaxê Serokê Rusyayê Dmitry Medvedev û Serokdewletê DYA'yê Barack Obama bû, wan peyman îmze kir. Peymana START Nû di sala 2011’an de ket hat îmzekirin. Di sala 2021’ê de, Pûtînî bi îmzekirina metna nû re emrê ve peymanê heta 5’ê reşemiya 2026'an dirêj kir. Û niha ew da rawestandin.
Serokdewletê DYA'yê Joe Biden duh çûbû Ûkraynayê, ev gava Putin îro piştî wê hevdîtnê çêbû.
Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin li Meclîsa Federal a Rusyayê axivî. Putin got ku Rusya ji peymana çekên nukleer venakişe, lê tevlîbûna xwe ya di peymana START'ê de radiwestîne.
Li gorî peymanê her alî heri zêde dikarin bibin xwedî 1550 serikên nukleerî yên amade ji bo bikaranînê, zêdetirî ji 700 mûşekên balîstîk ên navparzemînî (ICBM), fuzeyên balîstîk ên ji binê deryayê tên avêtin (SLBM) û firokeyên moşekhilgir ên stratejîk; zêdetirî ji 800 rampayên moşekan ên bicîbûyî û ne-bicîbûyî ICBM û SLBM û firokeyên moşekhilgir yên giran.
'Wan şer daye dest pê kirin'
Li aliyê din Putinî got ku Cîhana Rojava ji bilindkirina asta peçûna li Ûkraynayê berpirs e.
Putini diyar kir ku çiqas çekên menzîl dirêj bidin Ûkraynaye ew qas emê tehdîdê ji sînorên xwe dûr bixin. Putini Cîhana Rojava jî tehdîd kir û got, Wan şer daye dest pê kirin. Em ji bo dawî li vê yekê bînin em hêzê bikar tînin. Rojava dizane ew nikarin li qada şer zorê Rusyayê bibin, loma jî rastiyên dîrokî berevajî dikin, êrîşa dezenformasyonî ya li hemberî çand, ol û nirxên Rusyayê dane dest pê kirin. Em canên mirovan me, mala xwe diparêzin."
Putînî got ku Rojava ji bo li Ûkraynayê welatek dij Rusyayê ava bikin piştgirî didin neo-Naziyan.
Li aliyê din Putînî îdîa kir ku hewldana welatên Ewropayê yên li ser aboriya wan nikare tiştek bike û aboriya wan ji her demê zêdetir di rewşek baş de ye.
Her wiha Putînî kesên li Rusyayê dijî şer derdikevin jî wekî "Xayîn" îlan kirin û got, "Yên ku îxanete li Rusyayê bikin li pêşberî zagonê de hesabê bidin."


