Akşener dîsa beşdarî maseyê bû
Maseya 6 Ling îro gere saet 14.00'an de li hev biciviya. Piştî pêşniyara ku Akşener kir xwediyên maseyê civîna xwe talûqî saet 15.00'an kirin. Dûre talûqî 16.00'an kirin. Û piştî çûn û hatinan, Seroka ÎYÎ Partî Meral Akşener jî beşdarî civîna maseyê bû.
Civîn hê didome.
***
İyi Partî pêşniyareke nû kir
Şaredarê Bajarê Mezîn ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Şaredarê Bajarê Mezîn ê Enqereyê Mansur Yavaş çûbûn serdana Seroka ÎYÎ Partî Meral Akşener. Akşener pêşniyareke nû kir.
Berdevkê Îyîpê Kurşad Zorlu ev pêşniyar anî ziman: "Seroka me ya giştî Meral Akşene di çarçoveya dengê gel de ji bo her kesî bigire nava xwe pêşniyarek nû li Îtîfaqa Milet kiriye. Bila her du şaredar bibin Cigirên Bîrêveber ê Serokomarê 13'emîn. Akşener pêşniyar kiriye ku her du şaredar bibin cîgirên serokomarê bê hilbijartin û bi vî awayî bêne eşkere kirin."
***
Nûçeya Eleqedar:
- Akşener dijî Kiliçdaroglu derket


