Diyarname
Îro li Stenbol, Enqere û Rihayê bi ser malên rojnamegeran de girtin û 9 ji wan hatin binçavkirin.
Polîsan îro bi ser malên rojnamegeran de girt. Li Stenbolê nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê(MA) Esra Solin Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgin, rojnameger Saliha Aras, Yeşim Alici, Beste Argat Balci, Şirin Ermiş û Erdogan Alayumat; Li Enqereyê nûçegîhanê MA'yê Mehmet Aslan, li Rihayê jî nûçegîhanê berê yê MA'yê Dogan Kaynak hat binçavkirin.
DFG û MKG'Ê Daxuyanî da
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) daxuyaniyeke nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de bang li desthilatdarî kirin ku dest ji kirinên xwe yên wisa berdin.
DEM Partî û DBP'ê daxuyanî da
DEM Partî û DBP'ê cuda cuda li ser binçavkarina rojnamegeran daxuyanî belav kirin. DEM Partî di daxuyaniyê de wisa got, "Ev êrîşa li hemberî çapemeniya kurdî konsepta destpêkirina êrîşeke nû ye. Em ev êrîşên konsarwarî û êrîşên neheq û ne hiqûqî yên li hemberî çapemeniya azad şermezar dikin."


