Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mêrdînê Sine Mardin îsal 6'emîn car li dar e. Festîvala ku bi alîkariya Walîtîya Mêrdînê û Şaredariya Mêrdînê tê li dar xistin ji aliyê Komeleya Ofîsa Fîlman a Mêrdînê ve tê organîzekirin.
Festîval par di heman demê de li Sûriyê, îsal di heman demê de lingeke wê jî li Başûr tê li dar xistin.
Di festîvalê de Bi Nîşandayîna Taybet fîlmên derhêner Behmen Qubadî yên bi navê "Heyama Hespên Sermest", "Stranên Welatê Dayika Min", "Nîvê Heyvê", "Kûsî jî Dikarin Bigirin" û "Haya Kesî ji Pisîkên Îranê Nîn e" têne nîşandayîn.
Qubadî ji bo festîvalê hat Mêrdinê û gotûbêjek li dar xist. Qubadî qala naveroka fîlm nekir lê qala kişandina fîlmekî li Mêrdînê kir û got: "Amadehiya fîlmê ku ji 7 welatên cihê yên dinyayê tevî 7 derhêneran dê bê kişandin. Ez jî yek ji van derhêneran im. Ezê fîlmê xwe yê nû li Mêrdînê bikişînim."
Seroka Ofîsa Fîlman a Mêrdînê Hêlîn Firat diyar kir ku par tevî li Mêrdînê li Helebê jî heman çalakî li dar ketin, îsal jî tevî Mêrdînê li Erbîlê li dar dixin.
Di festîvala ku heta 30'ê vê mehê li dar e de gelek kurtefîlm û belgefîlmên kurdan jî têne nîşandayîn.


