Diyarname
Seymour Stein amerîkî bû û kedeke mezin ji bo muzîkê xerc kiribû. Di serî de Madonna, Talking Heads, Lou Reed, Depeche Mode, Ramones, The Cure û The Smiths jî di nav de gelek kes û kom bi saya wî hatibû kifşkirin û derketibûn ser dika muzîkê.
Ev Seymour Stein ê navdar û kedkar roja 2'yê avrêlê canê xwe ji dest da.
Seymour Stein di sala 1942'yan de li Yen Yorka DYA'yê hatibû dinê, 2'yê mehê li Los Angelesa DYA'yê mir. Di 13 saliya xwe de dest bi xebata muzîkê kiribû. Di salên 80'yî de mohra xwe li muzîka popê dabû.


