Diyarname
Li Culemêrg, Entab, Gever, Mûş, Wan, Erdîş, Qers, Tetwan, Başqale, Mêrsîn, Erxenî, Cizîr, Dêrsim û Farqînê kurd ji bo pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî û daxwaza perwerdehiya bi kurdî li kuçeyan bûn. Li van bajaran daxuyaniyên çapemeniyê hatin belavkirin, bang li gel kirin ku xwedî li zimanê xwe derên û bang li hikumetê kirin ku zordariyên li ser kurdî ji holê rakin û di nav Zagona Bingehîn de cih bidin kurdî.
Piştî daxuyaniyan li hin deran bi awayekî sembolîk li qadê dersa zimanê kurdî hate dayîn û li hin deran jî komên muzîkên bi stranên xwe dengê xwe li Roja Zimanê Zikmakî kirin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- KNK: Ala zimanê xwe bilind bikin
- Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî vedibe


