REQA
Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Suriyeyê wê 18’ê nîsanê/avrêlê deklerasyoneke (beyannameyeke) eşkere bike.
Di vê dema ku li ser Sûriyeyê civînên çar alî li Moskovayê çêdibin û Hikûmeta Şamê jî bi welatên ereban re danûstendinan çêdike, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê wê ‘Beyannameya Çareseriyê’ eşkere bike.
Li gorî agahiyên navenda ragihandina Rêveberiya Xweser, beyanname wê 18’ê mehê (roja sêşemê) saet di 11.00’an de bo raya giştî bê parvekirin.
Çav li rê ye ku di beyannameyê de pêşniyar û rêyên ji bo çareseriya pirsgirêkan û avakirina Sûriyeyek demokratîk werin eşkerekirin.
ANHA


