Diyarname
14'e gulanê li Tirkiyeyê hilbijartina serokomarî û mebûsiyê heye. Niha cihên ku serokê partiyan dê herin dengê xwe bidin diyar bû. Ji van, Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar dê li Ayten-Şaban Diri İlkokulu ya li Çankaya Enqereyê dengê xwe bide.
Berendamê Serokomarî li ser navê Îtîfaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu li Arjantîn Îlkokulu ya li Enqereyê, Serokê AKP'ê, Serokomarê Tirkiyeyê û berendamê Îtîfaqa Komarê Recep Tayyip Erdogan jî dê li Stenbolê dengê xwe bide.
Her du berendamên Serokomarî yên din Muharrem İnce û Sinan Ogan dê li Çankayaya Enqereyê deng bidin.


