logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

MC'yê got: Tîma salê ez im, ezê herim Stenbolê

  • Dîrok: 18/05/2023
  • Beş: Spor

Cemil Oguz

Du tîmên mezin li hemberî hev bûn. Maça ku her fûtbolhezî dixwest bi kêf lê temaşe bike hebû. Li aliyek Real Madrîdê ku par ev kûpa biribû mala xwe; li aliyê din Manchester City yê ku ev kûpa li mala wê tune bû û dixwest vê kûpayê jî bibe muzeya xwe... Em qala maça nîv fînalê ya Lîga Şampiyonan dikin.

BIRÎNA PAR, TOLA ÎSAL

Li eniya Real Madrîdê bixwe baweriya "Tîma mezin a Lîga Şampiyonan em in" hebû. Li aliyê din li Îngilistanê serketinên Real Madrîdê li hemberî tîmên îngilîz hebûn. Real Madrid berî niha di du Lîgên Şampiyoniyê de li hemberî tîmên îngilîz ji deplasmana Îngilistanê bi serketin vegeriyabû mala xwe. Loma jî dixwest vê derxe cara sisêyan û bibe şirîkê rekora Barselonayê.

Li aliyê din malxwê Manchester City ji par de li hemberî Real Madrîdê birîndar bû. Par ku di nîv fînalê de li hemberî Realê têk çûbû, vê carê dixwest siûda heyî veguherîne.

PIŞTÎ FERGUSON EW DIHATIN

Ji aliyê teknîk dîrektoran ve jî heyecaneke din hebû: Hem Carlo Angelotti (50 Real, 73 Milan) yê Real Madridê, hem Pep Guardiola (73 MC, 50 Barselona) yê Manchester City piştî Alex Ferguson (190 maç) teknîk dîrektorên herî zêde beşdarî lîga şampiyonan bûbûn li hemberî hev bûn.

ETIHAD DIHEJIYA

Maçê bi vî awayî dest pê kir. Li dinyayê her kes li benda maçek xweş, kêfeke xweş bû, lê em kurd jî me dixwest bi vê maçê stresa hilbijartina ku ev du roj in serê me gêj kiribû biavêjin. Li Stada Etihadê heyecaneke mezin hebû. Temaşevanan her quncikê stadê tije kiribûn. Li nava sehayê jî her du tîmên favoriyên sereke yên kûpayê hebûn. Maça li Spanyayê 1-1 mabû û dê li vê stadê çi biqewimiya?

NÎV SAET REALÊ GOG NEDÎT

Di 30 deqîqeyên pêşî de lîstikvanên Manchester City wekî mêşên hinguv xebitîn. Bê sekan, rawestan, bê ji quwet û hal bikevin lîstin. Di 20 deqîqeyên pêşî de du caran tenê jî lîstikvanên Real Madrîdê nekarîn herin ber keleha MC'yê; dest ji çûyînê berdin, nekarîn heta nîveka sehayê jî herin.

Vê zorê, vê daxwazê di deqîqeya 24'ê de xwe nîşan da. Goga ku De Bruyne teslîmê Bernardo Silva kir, helbet bêhna golê jê dihat. Û Silva, bi lingê çapê gog şand hembêza torê: 1-0.

Bi vê re wekî Real bêje xêr e, em tîma mezin in, wekî hinek were ser xwe, lê na, tîma li hember sondxwarî bû ku dê nîşan bida tîma salê ew in. Û di deqîqeya 37'an de Bernardoyê berwedêr, yê bi dil û can dilîst, yê ji hemûyan zêdetir dixwest bi ser bikeve vê carê bi serê xwe li gogê da û tiştek ku kesek bike tune bû: 2-0.

Di vê nîvekê de Real hemû têk çû lê divê mirov heqê qeleparêzê wan Courtois nexwe, ku destûr neda du golên muhîm, û di berdewama maçê de jî her serketî bû. Ha, nekarî pêşî li golan bigire, ew jî meseleyeke din e. Nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû.

Û 3 Û 4 TÊN...

Di nîveka duyemîn de Manchester City bi sewî ye, dixwest bêyî agirê maçê bilind bibe û însiyatîf di dest wan de be lîst. Loma jî rê da ber Real Madrîdê. Di rewşeke wisa de Madrid carnan hat heta ber keleha MC'yê; lê şuta Kroos jî fêde neda û MC'yê got bes e bo we. Dest bi êrîşan kir; di deqîqeya 76'an de Eder Militao ji neçarî gol avêt keleha xwe: 3-0. Bi vê re moralê Realê hê zêdetir têk çû.

Pep Guardiola, Ilkay Gundogan derxist Riyad Mahrez xist cihê wî. Dûre Kevin de Buryen anî ber xwe, Phil Foden şand nav sehayê û herî dawî Erling Haaland anî derve û peywir da Julian Alvarez. Fodenê wekî mozan gelek, û gelek dixebitî, di deqîqe 90'î de gog şand ber Alvarez. Alvarezê li ber kelehê li pêşberî Courtois bû, gelek aram bû: 4-0.

Bi vê encamê Manchester City derket fînalê û bû reqîbê Interê. Her du tîm dê werin Stenbolê ji ber ku maça fînalê ya Lîga Şampiyonan îsal 10'ê meha pêşiya me li Stenbolê tê lîstin.

LÎSTIKVANÊ MAÇÊ

Pişti maçê UEFA'yê lîstikvan Bernardo Silva wekî lîstikvanê herî serketî yê maçê hilbijart.

3 BO BAYERNÊ, 4 BO REALÊ, 7 BO LEIPZINGÊ

Û nota dawî: Manchester City ku bi 4 golan Real Madrid şand mal, berî vê Bayern bi 3 golan, berê wê jî Leipzing bi 7 golan oxir kiribû.

Notek jî bo maça bê: Manchester City vê kûpayê nade Interê...


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 04 06 2026

Mourinho li Dadgeha Ewropayê giliyê Tirkiyeyê kir

news
  • 03 06 2026

Serkan Rençber ji bo dîrektoriya sportîf hat Amedê

news
  • 30 05 2026

Mezinê Ewropayê diyar bû

news
  • 29 05 2026

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

news
  • 25 05 2026

Nahit Eren carek din dê bibe serok

news
  • 23 05 2026

Teknîk dîrektoran qeybî Guardiola va çi?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fîlmê 'Zer' an jî bide dû stranekê

ad

'Dostên Sûriyeyê' Konseya bê kurd rewa dibînin

ad

Hêza nivîs û nivîskariya kurdan çi ye?

ad

Mamosteyan bi kurdî parastin kir; Dozger dixwaze ew bêne girtin

ad

Polîsên tirk diçin Katarê

ad

Albumeke bi giraniya tonekê!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname