Diyarname
Li Tirkiyeyê ji bo fêde ji ronahiya rojê bê girtin her sal biharan û payîzan bi saetê tê lîstin. "Saeta havînê" saet 03.00'an a 25'ê adarê de dest pê kir. Li gor vê saetek bi pêş ve tê dayîn. Ger we saeta xwe bi pêş ve nedabe saetek saeta xwe bi pêş ve bidin.
Ev biryar di 13'yê adarê de di Rojnameya Fermî de hate weşandin û di 25'ê adarê roja yekşemê (şeva ku şemiyê bi yekşemê ve girê dide) saetek bi pêş ve tê dayîn. Di 28'ê kewçêra 2012'yan de dê careke din saetek bi paş ve bê girtin.


