Diyarname
Xelata Erdal Oz ku ji sala 2008'an ve tê dayîn îsal nivîskar Murathan Mungan ji bo xelatê guncan hat dîtin. Di 5'ê avrêlê de bi merasimekê xelatê bidin Mungan.
Erdal oz yek ji "Nifşê Sal3en 50'î" ye û avakarê Weşanên Canê bû. Weşanxaneya Can û malbata wî ji bo Erdal Oz bibîr bîne ev çend salên dawî ye ku xelateke li ser navê wî dide.
Lijneya ku ji Enis Batur, Semih Gumuş, Feride Çiçekoglu, Turgay Fişekçi, Kaya Genç û Zeynep Çagliyor pêk tê kesê/a dê xelat bidinê diyar dike. Juriyê biryar da ku îsal xelatê bidin Murathan Mungan. Li ser navê juriyê Prof. Nukhet Esen axivî û ji bo çima Mungan guncan dîtine wisa got: "Ji ber jîrekî, nûbûnî û şarezayiya wî ya di warê şano, helbest, çîrok, roman û ceribandinê ku ev 30 salin didome ew guncan hatiye dîtin."


