Diyarname
Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bi diruşma "Rêwîtiya pirtûkê ya Egeyê" li dar dikeve. Di vê rêwîtiyê de kurd li ku ne?
Fûara Pirtûkan a Îzmîrê îsal 17'emîn car li dar dikeve. Fûara îsal dê di navbera 14-22'yê vê mehê de li Qada Fûarê ya Îzmîrê li dar be. Ji Tirkiyeyê nêzî 350 weşanxane û saziyên sivîl di fûarê de dê standan vekin, her wiha gotûbê, panel, xwendina helbestan, reqs û çalakiyên zarokan jî di nav de li dor 120 çalakî dê li dar bikevin.
Mêvanê rûmetê Yaşar Aksoy
Mêvanê fûarê Yê îsal rojnameger û nivîskar Yaşar Aksoy e ku ew di sala 1947'an de li Karşiyakaya Îzmîrê hatiye dinê. Wî di serî de li ser Îzmîr û Çeşmeyê, li ser Egeyê xebatên li ser çandê kiriye û keda xwe xistiye nava vê derê. Yaşar Aksoy di fûarê de di heman demê de dê wekî axifger jî beşdarî hin çalakiyan bibe.
Pêşangeha li ser Sabahatttin Ali
Fûar bi pêşangeha bi navê "Pêşangeha Neynikek Wêneyê" li ser Sabahattan Ali amade dike. Di vê pêşangehê de dê wêneyên Sabahattin Alî bêne pêşkêş kirin. Jiyana Ali bi wêneyan tê vegotin û beşên wekî malbata nivîskar, zarokati, ciwaniya wî, salên ku li Almanyayê jiya ye, leşkerîkirin, mamostetî, zewac, bavbûn hene. 15'ê mehê bi beşdariya keça wî Filiz Ali û kurotara pêşangehê Sevengul Sonmez gotûbêjeke li dar bikeve.
Erdal Înonu û karîkatur
Weqfa Erdal Înonu jî dê bi pênûsa karîkaturîstên wekî Bedri Koraman, Tan Oral, Erdoğan Başol, Nehar Tublek, Can Kiraç pêşangeha karîkaturên li ser Erdal Înonu pêşangeheke veke.
Hollanda ku Mêvana Rûmetê ya 31'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê bû, di vê fûara Îzmîrê de jî dê hin çalakiyên Hollandayê li dar bikevin.
Di fûarê de Weşanxaneyên kurdan
Li Tirkiyeyê Stenbol, Îzmîr, Bursa, Edene û Amedê fûarên pirtûkan ku TUYAP li dar dixe li dar dikevin. Hemû weşanxaneyên kurd beşdarî fûara Amedê dibin, piraniya van weşanxaneyên kurd beşdarî fûara Stenbolê dibin lê yan qet tu weşanxaneyek kurd beşdarî fûarên din nabe, yan jî yek du jê beşdar dibin. Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de jî ji weşanxaneyên kurdan tenê Weşanên Ava beşdar dibe. Ava dê standê veke û di heman demê de roja 20'ê mehê li Salona Konferansê 1'ê bi navê "Li ser şopa dengbêjan û cureyên nivîsê" gotûbêjeke li dar bixe. Di gotûbêjê de dê Ronî War, Işık Okçu û Pelin Buzluk biaxivin. Çalakî di navbera 16.00-17.00'an de li dar dikeve.
Her wiha Weşanên Evrenselê ku weşanxaneyeke çepgir e û di van salên dawî de pirtûkên bi kurdî jî diweşîne beşdarî fûarê dibe. Evrensel jî dê hin panel û gotûbêjan li dar bixe.
Saetên ketine fûarê 11.00-20.00 e û ketin bê pere ye.
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


