Diyarname
Îro êvarê maça fînalê ya Lîga Şampiyonan a UEFA'yê li Stenbolê tê lîstin. Û îro 950'emîn hefteya rûniştina Dayikên Şemiyê bû.
Tîmên ku di maça fînalê de wê bilîzin hatine Stenbolê û çûne otela xwe. Dayikên Şemiyê ku her hefte dixwazin li ber Lîseya Galatasarayê rûnin û daxwaza windayiyên xwe bikin ber bi lîseyê ve ketin rê. Heta vir her tişt normal e. Lê ew çi ye? Polîs nahêlin Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya rûniştinê pêk bînin.
Sedem? Sedem li Stenbolê fînala Lîga Şampiyonan heye. Maç li ku ye? Li Stada Olimpiyatê ya Ataturk a li Başakşehîrê ye û ev der 32 kîlometre ji ber Lîseya Galatasaray, ji cihê çalakiyê dûrtir e. Erê, tam bi temamî 32 kîlometre. Û Dayikên Şemiyê jî herî zêde 20 kes in. Ew 20 kes dê çawa tesîrê li maça fînalê ya Lîga Şampiyonan bikin ne diyar e, lê Qeymeqamiya Beyogluya Stenbolê vê carê ev maç sedem nîşan daye û polîsan nehişt dayikên şemiyê çalakiya xwe pêk bînin.
Encam? Encam ev bû: Ji dayikan û kesên ku hatibûn piştgiriya wan nêzî 20 kesî hatin binçavkirin...
Wekî notek, ji ber ku her hefte çalakiya wan tê qedexekirin dayikan serî li Dadgeha Zagona Bingehîn dabû û dadgehê çalakiya wan wekî çalakiyeke normal hesibandibû û biryarên qedexeyê betal kiribû. Lê hê jî her hefte çalakiya wan tê qedexekirin. Û Dayikên Şemiyê jî her hefte carek din tên cihê rûniştinê.
***
Nûçeyên Li Ser Lîga Şampiyonan:
- MC'yê got: Tîma salê ez im, ezê herim Stenbolê
- Du hunermend di fînala Lîga Şampiyonan de dê konserê bidin
- MC'yê got: Tîma salê ez im, ezê herim Stenbolê
- Guardiola dest bi rêwîtiyek nû dike: Rê ber bi Manchester City ve
- Guardiola 2 serê bînî zî etiya wo
- Guardiola Îngilistan de jî dest eyşt kûpa
- Di 14 salan de 31 kûpa û ber bi lûtkeyê ve


