Diyarname
Ji bo vekirina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî merasimeke hate li dar xistin. Pêşî li ber deriyê weqfê qurdele hat birîn û dûre li Cezayîr Restorantê bi sînevîzyon û axaftinan dom kir. Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî got: "Hikutema Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ne pejinkar e."
Nûnerên BDP û PDK'ê jî amade bûn
Di merasima vekirinê de mebûsê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlioglu, Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demirbaş, Nûnerê PDK'ê yê Tirkiyeyê Omer Mêranî, Prof. Dr. Celîlê Celîl, rewşenbîr Tarik Ziya Ekinci, Dr. Omer Uluçay, nivîskar Ahmet İnsel, wênesaz Mehmet Kolçak û Berhem Ciwan, fotokêş Veysi Altan, nivîskar Hamîd Omerî, derhêner Omer Leventoglu, rojnameger Cemil Oguz, parêzer Ercan Kanar, nivîskar Fehim Işik, weşanger Ahmet Onal û dehan kesên din amade bûn.
Her wiha mebûsê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan, nivîskar Murathan Mungan, Naci Kutlay, nivîskar Edib Polat, hunermend Şivan Perwer û gelek kesên din peyam şandin.
Nunerê PDK'ê Omer Mêranî got ku ew hêvî dike dê her kes ji vê navendê sûde bigire; Celîlê Celîl jî diyar kir ku ev der ji bo rewşenbîrên kurd ên li hemû dinyayê girîng e.
Memduh Selîm Beg û Îsmaîl Beşîkçî
Li ser navê rêveberiya weqfê Îbrahîm Gurbuz qala armancên weqfê kir û diyar kir ku êdî weqif û pirtûkxaneya wê di xizmeta lêkolîneran de ye. Her wiha Gurbuz diyar kir ku wan di bin banê weqfê de bi navê Ronahî weşanxaneyeke vekiriye, niha nameyên Îsmaîl Beşîkçî û Yilmaz Ozturk ên ji hev re şandine kirine pirtûk û dûre dê pirtûkên Beşîkçî yên din jî biweşînin. Gurbuz got dê hemû pirtûkên Beşîkçî bi kurdî biweşînin, ji nav wan hinan jî li zimanên îngilîzî û almanî jî wergerînin. Gurbuz wisa got: "Em li vir Memduh Selîm Begî jî bibîr bînin. Memduh Selîm Beg li sirgûnê jiya û mir. Wî 50-60 salan pirtûk dan hev, dema mir pirtûkxaneya wî winda bû. Ev windabûn ji bo kurdan jî ji bo mirovahî jî windahiyek mezin e. Di rewşeke wisa de ger eme Îsmaîl Beşîkçî bidin jiyîn emê xwe dilşad hîs bikin. Her wiha ez ji destê xwişka Leman maçî dikim ku wê heta niha pirtûkên Beşîkçî parastine."
'Kurdî divê bibe dersa mecbûrî'
Paşê Beşîkçî dest bi axaftinê kir, diyar kir ku dê ev pirtûkxane ji bo lêkolîneran bibe çavkaniyeke girîng û paşê bal kişand ser nêzîktêdayîna hikumetê ku pirsgirêka kurd fêm nake. Beşîkçî wisa got: "Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Ev yek ji bo polîtîkaya navxweyî jî ji bo polîtîkaya derve jî wisa ye. Lê hikumet di çareserkirina pirsgirêkê de ne pejinkar e. Ger hikumet pejinkar ba dê meseleya 'bila kurdî bibe dersa hilbijêr'. Wezîr radibe ji bo kurdî qala dersa hilbijêr dike. Ev yek nîşan dide hikumet çawa pirsgirêka kurd fêm nake. Kurdî wekî dersa hilbjêr ji bo tirkan, îngilîz, almanan dikare bibe dersa hilbijêr lê ji bo 20 mîlyon kurdî ev wisa nabe. Berevajî vê divê kurdî dersa mecbûrî be. BDP jî, kurd jî divê perwerdehiya bi kurdî ya mecbûrî biparêzin."
Foto: Cemil Oguz

Di vekirina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de gelek kes amade bûn.

Ji PDK'ê jî BDP'ê jî nûner di merasimê de amade bûn.

Îbrahîm Gurbuz bal kişand ser windabûna pirtûkxaneya Memduh Selim Beg û pirtûkxaneya Beşîkçî ku niha vekirin.

Beşek ji Pirtûkxaneya Îsmaîl Beşîkçî ku di nav weqfê de ye.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


