Ji Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) û Kurdî - Derê nivîskar Qahir Bateyî pirsên Diyarnameyê yên li ser pirs û pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî bersivandin. Lê ji ber rewşa wî ya di nav tevgera ziman de, ji ber ku ew her li nav gel e, piştî ku bersivên wî hatin me xwest du pirsên din lê zêde bikin. Ev du pirsên zêde me danîn dawiya hevpeyvînê.
- Tu berhema xwe di kîjan şert û mercan de diafirînî?
Ez berhema xwe di şert û mercên gelek zehmet de amade dikim.
- Di dema afirandina berhemê de pirs û pirsgirêkên te yên sereke çi ne?
Pirsgirêka min a sereke dem e. Ji ber kar xebatên ziman dema min a nivîsînê nabînim.
- Tu dikarî bi rehetî berhema xwe bidî çapkirin?
Na, nikarim. Ev mijar pirsgirêkek sereke ya hemû nivîskaran e.
- Ku te dabe çapkirin, te bi weşanxaneyê re peymaneke çawa çêkiriye?
Berhema yekem bê peyman derket. Di ya duyem de peyman çêkir. Li gor peymanê heta 5 salan mafê çapê yê weşanxaneyê ye.
- Weşanger çi ji te xwest û çi da te ji bo çapkirinê?
Alîkariya çapkirinê ji min xwest. Nîvî pereyê çapê min da. Piştî çapê jî 200 pirtûk dan min.
- Te heqê telîfê stend an na?
Na min nestand.
- Weşanxaneya ku pirtûka te çap kir, bi qasî ku heq dike qîmet da berhema te yan na?
Ya ji destê wan hat kirin.
- Berhem baş hate belavkirin yan na?(li cem hemû pirtûkfiroşên navendî peyda dibe yan na?)
Berhem baş nehate belavkirin. Li cem gelek pirtûkxaneyan tune ye.
- Bi têra xwe reklam hate çêkirin, weşanger ji bo danasandin û reklamê berpirsiyariya xwe bi cih anî yan na?
Reklam pir kêm hate kirin. Weşanger jî ji bo reklamê zêde tiştek nekir. Tabî ev yek jî bi îmkan û derfetên weşanger re girêdayî ye. Ku derfet hebin dê reklam jî bikin. Bi ya min mesele îmkan û derfet in.
- Ji bo te qet şevên xwendinê yan jî 'roja îmzeyê' hate çêkirin?
Nexêr qet nehatin çêkirin.
- Bi te weşangerên kurd di warê edîtorî û redaksiyonê de berpirsiyariya xwe bi cih tînin an na? Heke tu bawer dikî bi cih naynin, tu dikarî çend mînakan bidî? Lazim e ku çi bikin, nakin?
Sê-çar weşanxane ne tê de yên din bi cih naynin. Hin weşanxane li naveroka pirtûkê nanihêerin jî. Hema berhem çawa hate ber destê wan pereyê çapxanê distînin û berhemê wisa çap dikin. Ev yek zirareke mezin dide ziman jî. Divê berî her tiştî edîtor bi gramera kurdî baş bizanibin, bi xisûsiyet û çanda kurdan baş bizanibin.
- Tu bawer dikî sedema kêm firotina pirtûkên kurdî weşanger in?
Na sedem civakî ye. Yanî nêzîktêdayîna zimanê kurdî ye.
- Ku xwendevan nebe pirtûk nayê firotin, pirtûk neyê firotin weşanger pere qezenc nake, weşanger qezenc neke pere nade nivîskar, weşanger pere nede nivîskar, nivîskar jî ji ber pirs û pirsgirêkên aborî bi têra xwe nikare ked û dema xwe bide nivîsê... Yanî bi kurtasî mesele wekî xelekên zincîrekê bi hev ve girêdayî ye... Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê çi bê kirin? Kê bike? Çawa bike?!
Divê xebata hişmendî û perwerdehiya kurdî bê xurt kirin.
- Par 110'an zêdetir pirtûkên kurdî hatin çapkirin, gelo te ji van çend heb KIRÎN? Ku te nekirîbûn çima?
Min 21 pirtûk standin. Lê dikarim bibêjim ku min ew 21 pirtûk nexwandine. Sedema bingehîn ku min nekirine aboriye. Ku îmkanên aborî hebûna min ne xwandibûna jî min dê tev standibûna.
- Hejmara nivîskaran û berheman her diçe zêde dibe, lê hejmara xwendevanan zêde nabe, tu vê rewşê çawa dibînî?
Ev rewşeke gelek xirab e. Diviyabû ku hejmara xwendevanan zêde bibûya, lê berevajiye. Ev yek dide nîşan ku heskirina zimanê kurdî kêm dibe û her roja ku diçe zimanê kurdî dibe zimanê kesên entelektûel.
- Ji bo pirtûkên kurdî zêde bêne xwendin gelo hûn li Wanê xebateke çawa dikin?
Me xebateke taybet nekiriye. Bêhtir di nava xwendekarên me û xwendekarên zanîngehê de ji bo xwendina pirtûkan xebat heye. Ev xebat jî bêhtir wekî agahdarî û hişmendî ji aliyê xwendekarên me ve tê kirin.
- Ji ber ku Şaredariya Wanê ne di destê DTP'ê de ye, em dibînin ligel ku li gelek navçeyên biçûk gelek bernameyên wekî rojên wêjeyê, semîner, konferans çêdibin lê li Wanê tiştek wisa çênabe. Ma hûn wekî saziyên kurd ên li Wanê nikarin li Wanê hefteyekî wekî rojên edebiyatê diyar bikin û em bibêjin 20 heb bernameyên wêjeyî bi ser hev li dar bixin?
Ev tiştekî pir girîng e. Em jî fikirîbûn, lê mixabin îmkanên me tune ne. Li Wanê em saziyeke nû ne, di bêderfetiyên gelek mezin de em xebatên xwe dimeşînin. Ji bo 20 heb bernameyên wêjeyî maliyetek baş divê. Lê mixabin em jî wekî komele ne xwedî wan îmkanan in. Lê ji wê bêhtir ji bo karên wisa pirsgirêka me ya bingehîn salon e. Li Wanê salonên me tune ne. Salonên heyî jî nadin me. Dimîne salonên dawetan, ew jî gelek buha ne.
Wekî din rastiyeke me heye, tahl jî be em mecbûr in ku bibêjin; haya saziyên me ji çand û ziman tune ye. Gelek zehmet e ku saziyên me tevlî karê çand û wêjeyî bibin. Yanî ne xwedî vê ferasetê ne.


