Diyarname
Pirtûka çîrokan "Zarokên Li Ber Tevna Mehfûre" ya Hûşengê Moradiyê Kirmanî ji Weşanxaneya Nûbiharê derket. Pirtûka ku ji aliyê Kenan Subaşi ve ji farisî bo kurdî (kurmancî) hatiye wergerandin, çîroka zarokên kedkar vedibêje.
Pirtûk ji bo zarokên bi ser 10 salî re û ji bo nûciwanan e. Di pirtûkên de du çîrokên dirêj hene. Karakterên çîrokên pirtûkê Nimiko, Sefero û yên din in. Ew di bin zora mezinan, di nav êtimî û hejariyê de kar û xeyalan dikin. Ew zarokên feqîr û neçar di temenê biçûk de barê giran hildigirin. Lê helbet û daxwaz û hêviyên wan hene. Derdê Nimiko gûzên çargurçik û daxwaza Sefero jî cotek ji wan pêlavên çilwilî yên bajaran in. Di pirtûkê de çîroka Rizo heye ku hê di zikê dêya xwe de ye tê îcarekirin. Lê derdê Rizo tenê têrxwarin e. Û çîroka Esedo û Xecîceyê heye.
Weşanxaneyê ji bo nasandina pirtûkê derdê nivîskar û derdê pirtûkê bi vî rengî aniye ziman: "Her du qisetên Hûşengê Moradiyê Kirmanî, daweşandina gurzekî ye li giregir û hukumdarên dimeşin li ser xalîçeyên sor û hişyariyek e ji bo Nimiko, Sefero, Rizo, Esedo û Xecîceyên hemû dinyayê, û nexasim -ku em bizanin- ji bo yên Kurdistanê."
Nivîskar Hûşengê Moradiyê Kirmanî di sala 1944'an de li Kirmana Îranê hatiye dinê, yekem pirtûka xwe sala 1971'ê bi navê "Mesûme" çap kiriye, sala 1976'an bi pirtûka ku niha ji bo kurdî hatiye wergerandin Xelata Hans Christian Andersen girtiye. Wî heta niha 21 pirtûk nivîsandine, ji van 9 jê bûne fîlm yan jî rêzefîlm.
Wergêr Kenan Subaşi ku wekî Kenanê Nado tê nasîn sala 1989'an li Milazgira Mûşê hatiye dinê, niha li zanîngehê mamostetiya kurdî dike.
- Zarokên Li Ber Tevna Mehfûrê / Hûşengê Moradiyê Kirmanî / Wergera kurmancî Kenan Subaşi / Nûbihar / Çîrok / 2022 / 128 rûpel


