Diyarname
Pirtûkeke bi navê "Kerwan" di bin Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî ya Weşanxaneya Lîs de derket. Pirtûk ji hin helbest, çîrok û nivîsên Reşîdê Kurd pêk tên.
Reşîdê Kurd li ser rêya welatparêzî gelek ked daye. Wekî gelek siyasetmedar û kedkarên kurdî wî jî ligel têkoşîna xwe, nivîs jî nivîsîn. Helbet, çîrok, gotar, hin ji xebatên wî yên nivîsê bûne. Niha ew di vê pirtûka bi navê "Kerwan" ku derketiye de cih girtiye.
Di "Kerwan" a li ber dest de deh helbest û çîrokeke kurt û du nivîsên wî ên di Hawar û Ronahîyê de çap bûne hene.
Reşîdê Kurd ku ji ber xebatên xwe yên siyasî hatiye girtin jî ji 10 helbestên di vê pirtûkê de 7 jê wî li girtîgehê nivîsîne, her sêyên din li derve.
Çîroka kurt ku di pirtûkê de cih girtiye wekî versîyoneke destanekê ku li Dêrika Çîyayê Mazî ji berê de dihat gotin dixuye. Reşîdê Kurd di sala 1968'an de miriye ev berhem li dû xwe hiştiye lê kes hay ji vê xebata wî nebûye û di nav rûpelên dîrokê de winda bûyye. Di sala 1985'an de bi xêra Osman Sebrî ev berhema neçapkirî derdikeve ronahiyê. Û niha ev berhem bi navê "Kerwan" li Bakur, ji Weşanxaneya Lîs li ber destên xwendevanên kurd ên sedsala 21'ê ye.
Reşîdê Kurd kî ye?
Nivîskar û rewşenbîrê kurd Reşîdê Kurd di sala 1910'an de li Rewşatê ya bi ser Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Dibistan li Dêrikê û salek jî li Konyaya Tirkiyeyê xwendiye. Di sala 1930 de berî qedandina xwendina mamostetî bi çend mehan tê girtin. Ji girtîgehê direve, lê dîsa tê girtin. Piştî îşkenceyên giran dîsa ji girtîgehê direve û derbasî Binxetê dibe.
Ew sala 1963'yan derbasî Lubnanê dibe, salek din dîsa vegidere Sûriyeyê û tê girtin. Sala 1967'an Reşîdê Kurd diçe Yekîtiya Sovyetê, li Êrîwanê ligel kurdên wir dide û distîne ku pirtûka xwe ya li ser rêziman çap bike, lê ev armanca wî naçe serî.
Reşîdê Kurd ku di sala 1949'an de li girtîgeha Tedmurê bi nexweşiya kezebê dikeve û ev nexweşî hin bi hin wî ber bi mirinê ve dibe. Di sala 1967'an de ji bo dermankirinê diçe Romanyayê, mehekê tê dermankirin lê êdî bi ser xwe de nayê. Ew 20'ê rêbendana 1968'an dimire.
***
Diyarname xebatên xwe li ser xeta rojnamegerî didomîne û di nûçeyên xwe de rêgeza rojnamegerî ji xwe re wekî bingeh digire.


