Diyarname
10'ê mehê serê sibê li dibistanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdema nû ya perwerdehiyê ya 2023-2024'an dest pê kir.
Li gor agahiyên Beşa Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser li temamê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 863 hezar û 388 xwendekar hene. Bi temamî 4 hezar û 130 dibistanan li gund, navçe, bajarok û bajarên herêmê deriyên xwe vekirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê ragihandibû ku dewama rêveberî li dibistanan di 3'yê rezberê de dest pê dike û dewama xwendekaran jî 10'ê rezberê dest pê dike.
AKADEMIYA PERWERDEHIYÊ
Li aliyê din hat ragihandin ku ji bo pêşxistina asta rêveber û kadroyên perwerdeyê Akademiya Perwerdeyê û Lêkolînên Stratejîk li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye vekirin.
Her wiha vê sibê heyetên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê serdana dibistanên navçeyên Qamişlo (Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê) kir û serketin ji bo xwendekarên dest bi serdema nû kirine xwest.


