MINBIC
Bi çavdêriya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gerînendetiya Şûnwaran a Minbicê dest bi xebatên restorekirina (sererastkirina) aliyê derve ya Kela Necim kir.
Li gor nûçeya ANHA'yê piştî Desteya Çandê lêkolîn li ser xebata sererastkirinê kir, gerînendetiyê dest bi xebata sererastkirinê kir.
Di erdheja 6'ê reşemiya 2023'yan ku navenda wê Mereş bû de bandor li Keleha Necim a li Mincibê jî kiribû. Di erdhejê de kelehê zirar dîtibû.
Nûçeya Eleqedar:
- Erdhejê bandor li avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin


