Navenda Nûçeyan
Desteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser belavkirina pirtûkan, waneyan, li ser şagirtên dibistanan civîneke demkî li dar xist.
BELAVKIRINA PIRTÛKAN
Di destpêka civînê de li ser belavkirina pirtûkên waneyan li ser şagirtên dibistanan wekî pêngavên yekem ji bo destpêkirina sala xwendinê hate sekinandin. Di civînê de endamên deste û komîteyên perwerdehiyê yên Rêveberiya Xweser.
DIBISTANÊN DÊRAZORÊ
Di civînê de piştevaniya proseya xwendinê li Dêrezorê jî hate nîqaşkirin. Ji ber ku piştî bûyerên vê dawiyê li Dêrazorê rû dane ziyan gihîştin navendên xwendinê, di vî warî de biryar hatin girtin.
DEMA SAETÊN XWENDINÊ
Di civînê de mekanîzmaya veguhestina mamostayan ji rêveberiyek bo îdareyeke din û roja şemiyê ji bo mamosteyan li gor bernameyên perwerdepiyê be hatin nîqaşkirin. Her wiha li ser demsala zivistanê ku saetên xwendinê zû dest pê dike û çareseriyeke guncaw were dîtin, dê deste bi Mecisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş bike.
Di civînê de ji bo xwendekarên zanîngeh û peymangehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwînin û derçûne nîqaş çêbûn ku wan di beşên perwerdehiyê de erkdar bikin.
Di dawiyê de mekanîzmaya girtina peymangeh û dibistanên taybet û dîtina çareserîyek ji bo wan wekî enstîtuyên giştî û gotûbêjkirina yasaya destûrdayînê û rêziknameya navxwe ya baxçeyên zarokan di hemû rêveberiyên xweser û sivîl de hate gotûbêjkirin.
ANHA


