SILÊMANÎ
Bi ser koça dawî ya stêrkek yê asîmanê huner, muzîk û stranên kurdî Tahîr Tofîq re 36 sal derbas bûn ku heta niha jî dengê wî yê xweş di guhên guhdarên wî de vedide. Wî, di stran, meqam û şêwazeke cuda û taybet di nav cîhana hûnera stranên kurdî de afirandibû.
Tahîr Tofiq sala 1922’yê li navçeya Koyê ji dayîk bûye. Wî di nav malbateke hejar de çavên xwe li jiyanê vekirin. Tahîr Tofîq heta pola 3 ya navendî xwendibû û di nîva salên 30’î yên sedsala 20’an de ku wê demê xwendekarê pola 5’an ya seretayî bû, şiyan û behreya dengê wî yê xweş xwe da der û bû sîrûdbêjekî dengxweş û ji aliyê mamosteyên wî ve hatiye teşwîqkirin ku sîrûdan bêje.
SALÊN NÎVEKA 40'Î
Tahir Tofîq di bin bandora dengbêjên jêhatî yên Koyê yên wekî Siwê û Mela Eshed de maye û ji Ehmedî Hemayê Mela jî gelek sûd wergirtiye. Lê dema ku aliyê wî yê dengbêjiyê bihêz bû, hewl da ku deng û stîla xwe hebe û di nîva salên 1940’î de bi deng û stîla xwe bibe dengbêj.
Tahir Tofîq ji sala 1945’an vir ve endamê sehneya ahengên Newroza Kurdî ye û bi dengê xwe yê xweş gelek stranên neteweyî gotine û guhdarên xwe mest kiriye. Dengekî wî yê zelal û balkêş hebû û ji bo stranên xwe baştirîn tekstên helbestvanên kurd yên mezin hilbijartibû.
HELBESTÊN GELEK NAVDARAN KIRIN STRAN
Tahir Tofîq helbestên gelek helbestvanan kirine staran. Wekî helbestên Hacî Qadirê Koyî, Wefayî, Îbrahîm Ehmed, Bextiyar Zewar, Fayeq Bêkes, Hejar û Bêxûd, Mistefa Begê Kurdî, Safî Hîranî, Tahir Begê Jaf, Osman Awnî, Hemîn, Goran, Madhosh, Dildar, Dilzar, Mecîd Asngar û Bêxud kirine stran.
6 PIRTÛKÊN HELBESTAN
Tahir Tofîq di jiyana xwe de şeş pirtûkên helbestan nivîsîne û ji wan ya herî baş ‘Gulî Serbestî’ ye ku di sala 1983’an de bi pêşgotina Kerîm Şareza hatiye çapkirin. Berhemên wî yên din jî ‘Kirasê Zerdê, Şilêr û Şilêr, Nesrîn Êwara Newroze’ ne.
Stranbêj û hûnermendê navdar Tahîr Tofîq berî niha bi 36 salan, di 20'ê kewçêra 1987’an de, di 65 saliya xwe de koça dawî kir û cenazeyê wî li navçeya Koyê hat veşartin.
Ji Rojnewsê hatiye girtin


