logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Demîrtaş: Kurdên AKP'ê dest ji wê partiyê berdin

"Cihê we ne ew der e. Qasî ku hûn li wê derê rawestin ev zilm dê berdewam bike. Dayîk ji ber we ev qasî êşê dikişînin.

  • Dîrok: 13/06/2012
  • Beş: Nûçe

Colemêrg
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş got; "Komara Tirkiyeyê li Colemêrgê tenê qereqol in. Dewleta ku li Colemêrgê hewl dide bi zordariyê, bi pêkûtiyan li ser piyan bimîne rewatiya wê nîn e. Divê êdî herkes vê rastiyê bibîne.
Demîrtaş bang li parlementer û kurdên AKP'yî jî kir û wiha axivî: "Cihê we ne ew der e. Qasî ku hûn li wê derê rawestin ev zilm dê berdewam bike. Dayîk ji ber we ev qasî êşê dikişînin. Heke partiya Serokwezîrê vî welatî nikare li Colemêrgê kongreya xwe bike ji ber gelê Colemêrgê xwe nafiroşe 3 qirûşan e. Divê hemû kurd berê xwe bidin vê derê.”

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji ber nûçegihanê DÎHA’yê Hamza Gunduz jî di nav de girtina 16 kesan vê sibê bi riya bejayî çû Colemêrgê. Demîrtaş, Parlementerê Colemêrgê Adîl Kurt û Esat Canan destpêkê çûn şîna Tanju Çelîkê ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.

Demîrtaş û yên pê re piştre derbasî avahiya BDP'a bajêr bûn û li vê derê bi gel re hatin ba hev. Demîrtaş li vê derê daxuyanî da û got; "AKP'ê li Colemêrgê bi polîsan re kongreya xwe pêk aniye. Demîrtaş ji bo parlementer û kurdên li gel AKP'ê tev digerin got; "AKP bi saya we komkujiya Roboskiyê pêk anî. Werin ji AKP'ê îstîfa bikin. Dest ji wê partiyê berdin."

‘COLEMÊRGÎ KURD Û KURDISTANÎ NE’

Demîrtaş ji bo AKP'ê jî wiha axivî: "Di salên 80 û 90'an de we hewl da ku hûn Colemêrgiyan bikin Tirk. Lê Colemêrgî wekî Kurd û Kurdistanî man. Ji vê yekê tengezar bûn. Lê ev yek rastiyek e. Hûn dîn û har bibin jî biteqin jî Colemêrgê dê dest ji helwesta xwe ya Kurdbûn û Kurdistanîbûnê bernedin. Paşerojek a vî bajarî ya dîrokî heye. Bi sedsalan e ev gel xwedî, ziman, çand, bawerî û şêwaza jiyanekî e. Qasî ku hûn bixwazin bidin guhertin ev qasî gel dê li hemberî we liber xwe bide. Biryara gelê Colemêrgê ev e."

'LI COLEMÊRGÊ DEWLET NE REWA YE'

Demîrtaş destnîşan kir ku li Colemêrgê dewlet rewa nîn e û wiha got; "Komara Tirkiyeyê li Colemêrgê tenê qereqol in. Dewleta ku li Colemêrgê hewl dide bi zordariyê, bi pêkûtiyan li ser piyan bimîne rewatiya wê nîn e. Divê êdî herkes vê rastiyê bibîne. Divê walî, fermandar û midûriyet vê rastiyê bibîne. Dema ku karmendê ji Enqereyê rê dikin vê derê aşkera dibîne ku polîtîkaya dewletê li vê Colemêrgê pûç bûye. Hemû ciwanên Colemêrg û Geverê di girtîgehan de ne. Bi girtin û xizan hiştinê hewl didin ku wan teslîm bigirin. Lê polîtîkaya dewletê ji aliyê gelê kurd ve pûç bûye, dê bê encam bimîne. Dewlet li Colemêrgê qediyaye."

'AKP'Ê LI COLEMÊRGÊ BI POLÎSAN RE KONGRE ÇÊKIR'

Demîrtaş bal kişand li ser kongreya AKP'ê ya Colemêrgê û anî ziman ku AKP'ê li Colemêrgê bi polîsan re kongre li dar xistiye. Demîrtaş wiha axivî: "AKP'ya ku li seranserê Tirkiyeyê ji sedî 50 deng girtin li Colemêrgê bi polîsan re kongreya xwe pêk anî. Tu dê bibêjî ez serokê cîhanê me lê tu dê li Colemêrgê bi polîsan re kongreya xwe pêk bînî. Hûn li vê derê qediyane. Ji ber ku hûn li vê derê xilas bûne tolê ji Colemêrgiyan digirî. Bi ser malan de digirî kesan dîl digirî. Wisa difikirin ku bi vê helwesta xwe dê teslîm bigirin. Yê vî eqlî dide wan bê aqil in. Hûn bi lêdan û girtinê ne heskirina Colemêrgiyan, hêrsa Colemêrgiyan mezin dikin."

'QASÎ KU HÛN LI WIR BIN DÊ EV ZILM BIDOME'

Demîrtaş anî ziman ku kurdên li rex AKP'ê disekinin komkujiya Roboskiyê qebûl kirine û wiha berdewam kir: "6 meh bi ser komkujiya Roboskiyê re derbas bû. We Wezîrê Navxweyî yê xwe bihîst. Dibêje ‘Jixwe me ew nekuştiba me dê ew girtiban’. We Serokwezîr bihîst. Dibêje, 'mijarê bigirin. Ma her roj mirov Roboskiyê diaxive.' Kurdên li gel AKP'ê ma we hê fêm nekiriye. Nirxa ku didin me ji hêstirekê kêmtir e. Hûn çawa dikarin di nava partiyeke wisa de cih bigirin. Ez ji vê derê bang dikim, dest ji refên wê partiyê berdin. Cihê we ne ew der e. Qasî ku hûn li wir bin ev zilm jî dê bidome. Helwesta Colemêrgê ev e."

JI BO MALBATÊN LEŞKER Û POLÎSAN BANGAWAZÎ

Demîrtaş herî dawiyê bang li malbatên polîs û leşkeran kir û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Ji bo zarokên we nemirin em hewl bidin. Hemû hewldana me ji bo vê yekê ye. Lê ev Serokwezîr derdikeve û me bi nobedariya morgê sûcdar dike. Ma tu şerm nakî. Em bi şev û roj ji bo aştiyê dixebitin. Ji van hemû tiştên tên jiyîn Serokwezîr berpirsyar e. Cenaze ji morgê girtin ne sûc e, rêkirina wê derê sûc de. Sûcdar tu yî. Malbatên leşker û polîsan bipirsin ka çima zarokên we rêdike û li Colemêrg, Şirnexê dide şerkirin. Bila dayîk bipirsin, 'tu çima zarokên me rêdikî şer, tu çima zarokên me rê dikî çiyayan û derdixî operasyonan.' Bila dayîkên leşker û polîsan destpêkê vê bipirsin û piştre bên hisabê ji me bixwazin. Yên ku rêdikin şer û didin kuştin ne em in, Serokwezîr bixwe ye. Yê ku li ser xwîna wan siyasetê dike jî Serokwezîr bixwe ye. Yê ku me sûçdar dike jî Serokwezîr bixwe ye."

Demirtaş, piştre ji avahiya şaredariyê xîtabî gel kir û hikûmeta AKP'ê bi zimaneke tûj rexne kir. Girse piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyan belav bû.


 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fîlm vê carê li Batmanê dibin mêvan

ad

Fenerbahçe û Amed Spor tên hemberî hev

ad

Gava pêşî ji Amedê hat: Hevşaredar û endamên meclisan meaşên xwe dan Kobanî

ad

Konferansa Muzîka Kurdî li dar ket

ad

Ji Nûbiharê du pirtûkên helbestan

ad

Li Dinyayê 1 Gulan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname