SERBAZ SIYAMEND / HEWLÊR
Helbijarteya Kurdistanê di Sipora Palewaniyetiya Herêman (VIVA) de bi 2-1 golan bi ser Tîma Qibrisê ket û nasnava yekemîna palewameniytiya 'VIVA'ê bi dest xist.
Di 4'ê Pûşperê de 5'mîn Palewaniyetiya Herêman (VIVA) dest pê kir û 3 rojan berdewam kir.
Lîstika spora 'VIVA'yê her şev li qada lîstikê ya Şehîd Firenso Herîrî li bajara Hewlêrê ya Herêma Kurdiatanê pêk hat.
9 helbijarteyên sporê ji herêmên cuda beşdarî siporê bûn. Helbijarteya Kurdistan 2 lîstik lîst û qonaxa dawiyê ya palewaniyetê qezenc kir.
Helbijarteya Kurdistanê û Helbijarteya Qibrisê gihîştin qonaxa dawiya sporê. Herî dawî şeva borî di spora Palewaniyetiya 'VIVA'yê de Helbijarteya Kurdistanê li hemberî tîma Qisrisê bi 2 - 1 bi ser ket. Bi vî awayî Helbijarteya Kurdistanê nasnava yekemîna di 5'emîn palewamenitiya 'VIVA'ê bi dest ve anî.
Ev cara yekemîn e ku Helbijarteya Kurdistanê di Palewaniyetiya Herêman (VIVA) de pileya yekemîn bi dest dixe.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin



