Diyarname
Di Euro 2012 de îro ji Koma A çar tîm tên hemberî hev. Yewnanistan û Rusay, Komara Çek û Polanya tên hemberî hev. Yê Rusyayê 4, yê Komara Çek 3, yê Polonya 2 û yê Yewnanistanê jî pûnek wê heye. Di dawiya maçan de du tîmên ku dê derbasî çarîk fînalê bibin diyar bibin.
Vane maçên îro:
16/06, 21:45, Yewnanistan - Rusya, Stada Neteweyî
16/06, 21:45, Komara Çek - Polonya, Stada Municipal
Li Tirkiyeyê maç ji TRT 1'ê bi awayekî zindî têne nîşandayîn.
Maçên duh:
Duh jî du maç hebûn. Fransayê Ukrayna bi 2-0, Îngilistanê jî Swêd bi 3-2 têk bir. Bi van encaman di Koma D de Fransa û Îngilistan bi 4 pûanan li pêş, Ukrayna bi 3 pûanan li dû û Yewnanistan qet pûanên wê nîn in. Di vê komê de jî ji bo çarîk fînalê dê roja 19'ê mehê maç bêne lîstin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Boxeyan qiloç li îrlandiyan da
- Panzêran porteqal eciqandin!
- Serxêrê: EURO 2012 dest pê dike


