Diyarname
Klûba Fûtbolê ya Amed Sporê ligel teknîk dîrektorekî nû li hev kir: Mesut Bakkal. Kî ye ev Bakkal?
Amed Spor di Koma Sor a Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê de dilîze. Tîm 24'ê mehê li hemberî Menemen Belediye Sporê têk çû û wê rojê klûbê peymana xwe ligel teknîk dîrektor Serdar Bozkurt betal kir. Û îro klûbê ligel teknîk dîrektor Mesut Bakkal li hev kir.
Klûbê bi ser hesabê xwe re lihevkirina ligel Bakkal ragihand.
Di îmzekirina peymana li hevkirinê de Serokê Klûbê Aziz Elaldi û Kaptana Şaxa Fûtbolê yê Giştî Ahmet Ulmez amade bûn.
Bakkal kî ye?
Teknîk Dîrektor Mesut Bakkal di sala 1964'an de li Kirikkaleyê hatiye dinê. Di navbera salên 1982-1994'an de li Denizli Sporê bi awayekî profesyonel lîstiye. Piştî dest jê berdana lîstikvanî bûye teknîk dîrektor û yekem teknîk dîrektoriya xwe li Gençlerbirligi kiriye. Bakkal, gelek tîmên Lîga Super ên wekî Gençlerbirligi, Denizli, Manisa, Sivas, Ankaragucu, Samsun, Kayseri bi rê ve birine.
Bakkal par li ser Denizli Sporê bû, klûb ji Lîga 1'emîn ket Lîga 2'yemîn.
Di dawiya hefteya 18'an de Amed spor bi 36 pûanan di rêza sêyemîn de ye. Igdir Fk bi heman pûanî duyenîn, Kastamosu Spor bi 43 pûanan yekemîn e.


